Arşîv

Şervanên li Serêkaniyê: Berxwedana me didome

Şervana YPJ`ê Viyan ku bi hevalên xwe yên şervanên QSD`ê re êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Serêkaniyê têk dibin, got ew ê berxwedanê berdewam bikin.

Berxwedana Rûmetê li navçeya Serêkaniyê derbasî roja xwe ya 8`an bû. Şervanên QSD`ê berxwedaneke mezin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin.

Şervan Viyan li eniyên Serêkaniyê got artêşa Tirk a dagirker mirovhiyê nas nake û her tiştî dike hedefa xwe. Herî dawî li pêş çavê cîhanê karwanê sivîlan kir hedefa xwe û wiha got: “Dewleta Tirk çi qas bombebaran û êrîşên xwe ser sivîlan zêde bike jî, ji bo parastina bajarê xwe em gavekê paşde venakişin û berxwedana xwe berdewam dikin.”

Viyan ku kêliyên berxwedanê dinivîse, wiha got: “Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Wan berxwedaneke mezin li dijî dagirkeran nîşan da û em ê tola wan hildin.”

Back to top button