Gotar û hevpeyvîn

Kongreya Star: Divê gelê Kurd li hember hewldanên dagirkirina Başûr bisekine

Koordînasyona Kongreya Star bang li hêzên Kurdistanî kir ku dest bi diyalogan bikin da ku rewşa Zînî Wertê çareser bikin, her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hember hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bisekinin.

Koordînasyona Kongreya Star der barê geşedanên dawîn ên li başûrê Kurdistanê û bi taybet ên li herêma Zînî Wertê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em 3 jinên Kurd ên li Mexmûrê û kesên li herêma Zînî Wertê di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Dewleta Tirk tevî van her du bûyeran li Efrînê jî dayikeke 80 salî kuşt û bi vê yekê careke din armanca xwe ya komkujî û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi awayekî zelal aşkera kir. Em weke Kongra Star polîtîkayên dewleta Tirk yên komkujî û qirkirinê şermezar dikin.

Bûyerên ku di rojên dawîn de li Başûrê Kurdistanê rû didin, ji bo yekitî û dûhatiya gelê Kurd a azad di nav rayagiştî ya demokratîk de tirs û fikaran çêdike. PDK li herêma Zînî Wertê ya nêzî Qendîlê ku di bin kontrola YNK´ê de ye û ji bo Herêmên Parastinê yê Medyayê jî xwedî girîngiya stratejîk e, tevî hêzên eskerî, teknîkeke mezin bi cîh dike û ev yek tirs û fikaran zêdetir dike. Gelekî eşkere ye ku ev bûyer ji bo îro û sibe, ango di demeke kin û dirêj de nirxên gelê Kurd hedef digire. Eger pêşî li vê hewldanê neye girtin, bingeha dagirkeriyê ku li Bakûrê Kurdistanê ji salên 1990´î ve ji bo dewleta Tirk hatiye vekirin wê mayînde bibe û li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibe. Ev jî ji bo gelê Kurd û hemû hêzên ku ji bo azadiya gelê me şer dikin rewşeke gelekî aloz û xeternak bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê nabe ku ti Kurd li dijî van êrîşan bê deng bimîne. Tevî vê yekê nabe ku ti rêxistineke Kurd jî ji bo ku werin û êrîşî hêzên gerîla, peşmergeyan an wargeha penaberan bikin, dayîna koordînatan û îstîxbaratê ya hêzên dewleta Tirk an hêzekî din a metînger, rewa bibîne û rewa nîşan bide. Aşkera ye ku ev hewldan, tunekirina hemû nirx û destkeftiyên ku di encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi dehan salan de hatiye afirandin e.

Wek Kongreya Star em ji ber bûyerên dawî yên li herêma Zînî Wertê rû didin, êrişên li dijî gerîla û sivîlan, ambargoya li dijî wargeha Mexmûrê û tevî vê yekê ji ber hêzên dagirker yên dewleta Tirk pêr derbasî Başûrê Kurdistanê bûn, gelekî bi tirs û fikar in. Bendewariyên me ew e ku PDK, YNK û PKK li ser bingeheke hevbeş bigihêjin hev, diyaloga siyasî pêş bixin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Em bang dikin ku ev nirxên gelê Kurd ku li hemû herêman di encama berdela bi deh hezaran şehîdan de derketiye holê biparêzin, bi awayekî hevbeş tevbigerin û bi awayekî lezgîn xebatên yekitiya netewî bixin rojeva xwe.

Di vê çarçoveyê de em bang li PDK’ê dikin ku ji sîstema cerdevantiyê ya li Bakur ku bi destê dewleta Tirk hatibû pêşxistin encaman derxîne. Banga me ji PDK re ew e ku hêjayî nirxên ku di encama têkoşîna bê hempa ya gelê Kurdistanê ku di nêzî 150 salan de derketiye holê û hêjayî xwîna bi deh hezaran şehîdan tevbigere, layîqî van be û dev ji gavên ku rê li ber Birakujiyê vedikin berde. Em bang li hemû welatparêzên Kurdistanê, demokrat, aliyên çep, sosyalîst, rewşenbîr, hunêrmend, tevgerên jin û civaka sivîl, serokên eşîr û rûsipiyên ol û baweriyan dikin ku ji bo ev pêvajo ber bi şerekî hundîrîn a di navbera Kurdan de neçe, bêdeng nemînin, hewldan û çalakiyên xwe bi hêz bikin.

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî li hemberî planên hevbeş a PDK û dewleta Tirk ku ji bo li Zînî Wertê hêzên xwe bi cîh bikin helwest nîşan dan. Em vê hişyarî û helwesta gelê xwe ku nîşan dane jî silav dikin. Em bang dikin ku van çalakiyên xwe bi hêz û berbireh bikin. Bi taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê divê pêşengiya pêvajoya berxwedanê ya li hemberî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk pêş bikeve, bikin. Weke jinên Başûrê Kurdistanê û Rojava me bi hev re di nav xebatên Yekitiya Netewî ya Kurd de cîh girt. Li hemberî bûyerên Zînî Wertê ku li dijî yekitiya netewî ya Kurdan gefeke mezin e jî, divê em têkoşîneke hevbeş bimeşînin û pêşî li şerekî gengaz ku her tim weke jin em berdela wê ya herî mezin didin, bigirin.

Em bang li hemû hêzên Kurdistanî û demokratîk dikin ku ev polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk a dagirker ku yekitiya gelê Kurd asteng dike, aşkera bikin û li dijî vê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bilind bikin.”

Back to top button