Gotar û hevpeyvînSiyaset

Evîn Cûmaa Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan

Evîn Cûmaa Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan
Xwekuştin şidet bi xweye wate ew kiryarek bi zanebûne ku kesek zirarê bide xwe û dawî li jiyana xwe bîne. Yên din bawer dikin ku kuştina giyan li ser bingeha ku xwe ji jiyanê xilas bikin. Ev bûyerên xwekuştin bi xemgînî bandoriyeke demdirêj li malbat , civak û li ser bîranînên ku li pey xwe hiştin e dikin û xwekuştinên di temenên cuda de çêdibin çi jin çi zilam .Gelek bûyerên xwekuştinê ya ku di encama hilweşîna hêzê jiyankirinê de ji zextên jiyanê de , wek pirsgirêkên abûrî , bê karî , xizan û belkî ji hilweşandina têkiliyan yan binketinên di xwendinê de yan mirina kesayetên nêz yan êş û nexweşî, ji bilî nexweşiyên piskolojîk û meyla madeyên hişbir an dermanan û Xwekuştin dibe ku bibe bersivek li dijî tundiya ku li dijî kesan tê meşandin, çi di nav malbat, civak , dewlet , an jî ji tirsa şermê dibe ku mirov bi encama kevneşopî di nav her civakê de were serê wî, bi taybet di nav jinên ku xeleka herî lawaz tê dîtin, bi taybet di civakên Rojhilata Navîn de ku ew dibe Çavkaniya namûs û tengavkirina wê di bin navê parastina namûsê de .Tengavkirinek mezin li ser jinê tê bikaranîn di bin navê parastina şerefê de û ev bûyer dihêle ku jin bi kuştinê bihizire ya gelek di civakên me yên rojhilat de yek ji sedemên herî girîng ku mirov bighîne asta xwekuştinê bi taybet di demên şer de ku nebûna ewlehî, bê war, destdirêjiya li ser jinê, koçberî, tinebûna aramî û her kes bi van bûyeran re rû bi rû dimîne, bi taybet piştî kombûna kesên koçber ji ber tirsa şer reviyan hundurê kampên ku aramî têde winda dibe
Ji sedemên girîng jî ku dike mirov jiyana xwe bi dawî bike ew jî destgirtina azadiya wî . herî zêde dema bi şêwazekî ne mirovî li ser tê meşandin di hindir zindanan de û rastî tundî , tecawiz yan jî bê endaletî mirov dighîne asteke bê hêvî ta biryara xwekuştin dide ji bo zexteke li ser polotîke û kiryarên ku tên meşandin li ser girtiyan ta xûya bikin nerazîbûna wan ji zilim û zûrdariêyê re û herwiha wek şêwazekî ji bo xwestekên girtiyên siyasî werin bi cih kirin. Bi karanîna vê şêwazê carna tê bikaranîn ji bo deng û mesacê girtiyan bighîne giştî cîhanê
Ji bo kêmkirina bûyerên xwekuştinê divê çanda piştgiriya piskolojîk di nav civakê de were belavkirin û gihîştina wê hertim bi rêxistinên sivîl ên di piştgiriya civakî û piştgiriya piskolojîk a pispor de .
Alîkariya kesayetên ku rastî qirêza ji nû ve vegerandina civakê û derbaskirina wê qirêzê û dûrketina ji her terzê ku ferq û cûdahî , bi taybet koçber û jinên ku rastî şideta malbatî hatiye yan destdirêjiya ku li ser wan hatiye kirin.
Debarkirina derfetên xwendinê ji bo kesên ku ji ber sedemên feqîrbûnê an ji ber şer revyane were vekirin.
Bilindkirina asta tekkesî û baştirkirina mercên jiyanê û debarkirina derfetên kar ji wan re were dayîn.
Çavdêrî domdar li ser zarokan bibe, bi taybet ewên ku ji ber wendakirina xizmek an nebûna aramiyê , pir xemgîn bûne , piştgirî û şîreta domdar bidin.
Bawerî xurt kirin û dûrkirina mirov ji kuştina giyan û bi dawîkirina wê ji jiyanê xilas bibe .

Back to top button