Arşîv

‘Rakirina sîstema hevserokatiyê, têkbirina destkeftiyên Rojava ye’

Bi destpêkirina şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an re, jinan xwe bi rêxistin kir, pergaleke xwe ya taybet ava kir, her wiha pişta xwe da pergala hevserokatiyê. Ev pergal yek ji destkeftiyên jinan e ku encamên têkoşîn û berxwedanê ye.

Bi destpêka dan û standinên di navbera hêz û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo yekitiya Kurd, xwestekên ENKS’ê yên rakirina pergala hevserokatiyê li nava saziyên Rêveberiya Xweser derketin.

Gelek rêxistin û tevgerên jinan ev xwestek red kir û da zanîn ku ev komployeke li dijî jinan e û vegera wê li nuqteya sifirê ye.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo diyar kir ku jinan di şoreşa Rojava de di aliyên siyasî, dîplomasî, leşkerî û çapemeniyê de roleke girîng û mezin lîst û wiha got: “Ji berê vê yekê pêwîstî bi avakirina pergala hevserokatiyê di saziyên Rêveberiya Xweser de hebû û Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) yekemîn partî li Rojava pergala hevserokatiyê di 2010’an de ava kir.”

Rîhan Loqo eşkere kir ku “Armanca pergala hevserokatiyê li Rojava, avakirina jiyana rastîn a azad di navbera ferdên civakê de û jiyana biaştî ye. Ji ber pergala yek serok li ser civakê xetereya mezin e. Ev yek jî dema ku dewletên kapîtalîst rola jinan di civakê de tune kir diyar bû. Piştî wê avakirina şoreş û serhildanan hatin redkirin û civakeke nearam hat afirandin.”

Rîhan Loqo bi lêv kir ku êdî pergala hevserokatiyê di nava civakê tê qebûlkirin û bûye bingehek di jiyana her ferdekî/ê û rêxistina wî/ê de û wiha pê de çû: “Pergala hevserokatiyê ji komînê heta bi saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye. Ev ne pergaleke tenê ji bo jin û mêr e, lê belê ji dewlemendiya çand, ol û partiyên siyasî ye. Ev yek di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi beşdariya tevahî pêkhateyên wê eşkere bû.”

‘HEVSEROKATÎ MAFEKÎ REWA YA JINAN E’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê mafekî rewa ya jinan û tu kes nikare li ser wê qedexe bike, di vê pergalê de nermbûn û zelalbûna nêrînan li hember yek nêrînê heye, da ku destkeftiyên şoreşê ku di oxira wê de bi hezaran şehîd bûne qurban, biparêze.

Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de got aliyên daxwaza rakirina pergala hevserokatiyê dikin tê wateya rakirina destkeftiyên Rojava. Ji ber ev pergal dikare civakeke biewle, aram û azad ava bike. Ev pergal ne li dijî azadîû mafên civak, ziman û olan e, lê belê ji bo biratiya gelan e.

Cara yekemîn ku pergala hevserokatiyê hatiye avakirin, ji hêla Partiya Kesk di 1980’î de li Ewrop bû û li Rojhilata Navîn jî rastiya li ser jinan jî ji hêla rêber Abdullah Ocalan hat destnîşankirin.

Back to top button