Gotar û hevpeyvîn

Remziya Mihemed: Şerm e partiyeke siyasî bê rêziyê li hemberî jinan nîşan bide

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh bi daxuyaniyekê heqaret û bêhurmetî li tevgerên jinan kiribû. Koordînasyona KJK’ê bersiva heqaretên PDK’ê bi rêya daxuyaniyekê da, tê de bang li tevahî jinên Kurd ên li tevahî Kurdistanê kir ku li dijî zihniyeta mêrdestiyê serî hildin û helwesteke aktîf li dijî wan heqaretan bigirin.
Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemed li gel ANHA’yê wiha got: “Daxuyaniya PDK’ê ya dawiyê, jina Kurd hedef girt û heqaret lê kir. Jina Kurd bi salan e şerê zihniyeta mêrdestiyê kir û hê jî dike. Jina Kurd di tevahî aliyên jiyanê de bû pêşeng. Em daxuyaniya PDK’ê ya bêhrumetî, heqaret û nerêziya li hember tevgera jinan red dikin. Bi wê re PDK’ê xwest jinan biçûk bixe. Lê têkoşîna ku jina Kurd dimeşîne ji wê mezintir e. Şerm e ku ev daxuyanî li dijî jina pêşeng werin dayîn.”
‘DIVÊ JINA KURD TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKE KU DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZE’
Remziya Mihemed diyar kir ku jina Kurd li Bakurê Kurdistanê ji salan ve di tund û tûjiyê re derbas dibe, tê girtin û li dijî wê siyaseta qirêj ji hêla dijminê gelê Kurd ve tê meşandin. Niha jî dixwazin bi destê kurdan heman siyasetê li dijî jinan bimeşînin. Ji lew re divê jina Kurd têkoşîna xwe bilind bike û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.”
Remziya Mihemed wiha domand: “Hedefa PDK’ê ji van tevgerên ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dorpêçkirina HPG’ê û derxistina wê ye. Ew jî dikeve xizmeta dewleta Tirk û dibe sedema hilêxistina şerê birakujiyê.”
Remziya Mehemed di dirêjahiya axaftina xwe wiha pê de çû: “HPG destkeftiyên gelê Kurd diparêze, gelek herêmên ji Şengal, Hewlêr û hwd ji çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker rizgar kirin. Hebûna HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo parastina doza Kurd, gelê Kurd û neteweya Kurd e.”
‘SÛDMENDÊ YEKEMÎN JI NAKOKIYÊN DI NAVBERA HÊZÊN KURDÎ DE, DEWLETA TIRK E’
Remziya Mihemed eşkere kir ku dewleta Tirk sûdmendê yekemîn ji nakokiyên di navbera hêzên kurdî de ye ku şerê birakujiyê çêbû. Ji ber dê dewleta Tirk bigihîne hedefa xwe ya bi salan li bendê ye. Dewleta Tirk dixwaze herêmên Kurdan bi tevahî dagir bike, tev li xaka xwe bike û gelê Kurd qir bike, mîna ku li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê pêk aniye, dixwaze vê yekê li herêmên dîtir ên Kurdistanê jî pêk bîne.
Remziya Mihemed behsa kir ku gelê Kurd bi tevahî li dijî şerê kurdî-kurdî ye û tevahî jinên Kurd û rêxistinên jinan şerê kurdî-kurdî red dikin.
Remziya Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê gelê Kurd der barê komployên li dijî wê de, hişyar be û li pey lîstokên dijminan neçe. Divê tevahî jin helwesteke hevbeş pêk bînin, li tevahî Kurdistanê hevkar bin û ji bo parastina xaka Kurdistanê û hêzên xwe bibin mertal. Ji ber li gel jinan hêz heye ku li dijî tevahî astengiyan bisekine.”Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh bi daxuyaniyekê heqaret û bêhurmetî li tevgerên jinan kiribû. Koordînasyona KJK’ê bersiva heqaretên PDK’ê bi rêya daxuyaniyekê da, tê de bang li tevahî jinên Kurd ên li tevahî Kurdistanê kir ku li dijî zihniyeta mêrdestiyê serî hildin û helwesteke aktîf li dijî wan heqaretan bigirin.
Berdevka Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Remziya Mihemed li gel ANHA’yê wiha got: “Daxuyaniya PDK’ê ya dawiyê, jina Kurd hedef girt û heqaret lê kir. Jina Kurd bi salan e şerê zihniyeta mêrdestiyê kir û hê jî dike. Jina Kurd di tevahî aliyên jiyanê de bû pêşeng. Em daxuyaniya PDK’ê ya bêhrumetî, heqaret û nerêziya li hember tevgera jinan red dikin. Bi wê re PDK’ê xwest jinan biçûk bixe. Lê têkoşîna ku jina Kurd dimeşîne ji wê mezintir e. Şerm e ku ev daxuyanî li dijî jina pêşeng werin dayîn.”
‘DIVÊ JINA KURD TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKE KU DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZE’
Remziya Mihemed diyar kir ku jina Kurd li Bakurê Kurdistanê ji salan ve di tund û tûjiyê re derbas dibe, tê girtin û li dijî wê siyaseta qirêj ji hêla dijminê gelê Kurd ve tê meşandin. Niha jî dixwazin bi destê kurdan heman siyasetê li dijî jinan bimeşînin. Ji lew re divê jina Kurd têkoşîna xwe bilind bike û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.”
Remziya Mihemed wiha domand: “Hedefa PDK’ê ji van tevgerên ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve dorpêçkirina HPG’ê û derxistina wê ye. Ew jî dikeve xizmeta dewleta Tirk û dibe sedema hilêxistina şerê birakujiyê.”
Remziya Mehemed di dirêjahiya axaftina xwe wiha pê de çû: “HPG destkeftiyên gelê Kurd diparêze, gelek herêmên ji Şengal, Hewlêr û hwd ji çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker rizgar kirin. Hebûna HPG’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo parastina doza Kurd, gelê Kurd û neteweya Kurd e.”
‘SÛDMENDÊ YEKEMÎN JI NAKOKIYÊN DI NAVBERA HÊZÊN KURDÎ DE, DEWLETA TIRK E’
Remziya Mihemed eşkere kir ku dewleta Tirk sûdmendê yekemîn ji nakokiyên di navbera hêzên kurdî de ye ku şerê birakujiyê çêbû. Ji ber dê dewleta Tirk bigihîne hedefa xwe ya bi salan li bendê ye. Dewleta Tirk dixwaze herêmên Kurdan bi tevahî dagir bike, tev li xaka xwe bike û gelê Kurd qir bike, mîna ku li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê pêk aniye, dixwaze vê yekê li herêmên dîtir ên Kurdistanê jî pêk bîne.
Remziya Mihemed behsa kir ku gelê Kurd bi tevahî li dijî şerê kurdî-kurdî ye û tevahî jinên Kurd û rêxistinên jinan şerê kurdî-kurdî red dikin.
Remziya Mihemed wiha gotina xwe bi dawî kir: “Divê gelê Kurd der barê komployên li dijî wê de, hişyar be û li pey lîstokên dijminan neçe. Divê tevahî jin helwesteke hevbeş pêk bînin, li tevahî Kurdistanê hevkar bin û ji bo parastina xaka Kurdistanê û hêzên xwe bibin mertal. Ji ber li gel jinan hêz heye ku li dijî tevahî astengiyan bisekine.”v

Back to top button