Arşîv

Jinên Reqa û Tebqayê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere kirin

Daxuyanî bi amadbûna bi dehan endamên jin ên Meclisa Sivîl a Reqayê û rêveberiyên jinan ên Tebqyê li ber avahiya fakulteya Îtîhad a herêma Kisra Ferec a başûrê Reqayê hate xwendin.
Endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Rîhab Mihemed daxuyanî xwend û got: “Em dixwazin ji tevahî cîhanê re bêjin ku em li cihê ku tundî û êşkence lê hate meşandin, Zanîngeha Îtîhad ku bibû baregeheke terorîstên DAIŞ’ê ji bo êşkencekirina jinên Êzidî pêngava xwe ragdighînin. Her buhostek ax û parçeyek kevir ê vî cihî şahidê qêrîna jinan e.
Ji vir em dixwazin ji tevahî cîhanê û rêxistinên mafên mirovan re bêjin ku tundiya ku çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li djiî me pêk anîne, zilm û koletiya herî zor e. Bi xwe me xwe rizgar kirin, berdêlê rizgaririnê xwîna şehîdan bû.
Dewleta Tirk niha gefan li ewlehî û aramiya me dixwe, jin qetil kirin û revandin û li dijî wan hemû rêbazên êşkenciyê meşandin, dixwaze xaka me dagir bike û tirsê di nav gel de çêdike.
Her wiha çeteyên wê xeta DAIŞ’ê temam dikin. Eşkere ye ku Tirkiyê bingeha aloziya Sûriyê ye, niha alên û hêzên xwe li ser xaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike.
Li ser vê yekê, endamên rêveberiyên jinan ên Reqa û Tebqa bi hevkariya hemû jinên saziyan de kom bûne da ku pêngava çalakiyan ragihînin. Li gorî wê çalakiyên me wê bi vî awayî bin “Li seranserî herêmên rizgarkirî wê meş werin lidarxistin, akademiyên taybet ji bo jinan wê werin vekirin, belavok wê werin belavkirin, dar wê werin çandin, daxuyanî wê ji aliyê jinên gazî ve were dayîn, jinên di hêzên leşkerî de wê werin ziyaretkirin, li ser zewicandina zarokan û pirjinanî wê semîner werin dayîn, ji bo jinên girtî wê mîtîng werin lidarxistin û meşên jinên ciwan wê hebin.”

Back to top button