Gotar û hevpeyvînSiyaset

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê sûcên li Efrîn belge kirin

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de êrişeke hovane li dijî kantona Efrînê pêk anî û bi wê re di 18’ê Adara heman salê de, kanton dagir kir. Di encama êriş û dagirkirinê de, sûcên hovane li dijî şêniyan pêk anîn, bi taybet li dijî jinan. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, sûcên revandina jinan, tecawîzkirin, destdirêjî û qetilkirinê pêk anîn. Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê dosyayek amade kir û tê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan belge kirin.

Di dosyayê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên dagirkirî, bi taybet Efrînê hatin nirxandin.

Di dosyayê de navendê destnîşan kir ku dewleta Tirk tevahiya qanûn û lihevkirinên navneteweyên binpê kirin.

KOÇBERKIRINA MILYONEK SIVÎL BI RÊJEYA JI SEDÎ 60 JIN IN

Ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ve, hejmara şêniyên ku ji ber êrişan koçber bûne, gihaşt derdora nilyonek sivîk piraniya wan kurd in û bi rêjeya ji sedî 60 jin in. bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Zêdetirî 500 hezar sivîl ji şêniyên Efrînê yên resen û koçberên ku tê de bi cih bûne, ji ber topbarana bêserûber koçber bûn.

Li gel wê çeteyên dewleta Tirk dest danîn ser milkên şêniyan weke ku xenîme ne, bi rêya guhertina navên herêman û saziyan bi navên erebî û tirkî nivîsandin, meclisên herêmî yên girêdayî dewleta Tirk bi rêveberiya çeteyan hatin avakirin.

SÛCÊN HOVANE

Navendê di dosyayê de bi bîr xist ku dewleta Tirk berpirsa sûcên ku çeteyên wê pêk tînin. Ji ber dagikirin û şer, binesaizya civakê parçe dibe û rola jinan tê paşguhkirin. Newekhevî şax dide û asta tundiya li dijî jinan zêde dibe.

66 jin hatin kuştin

Navendê diyar kir dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gund û navçeyên kantona Efrînê di îşkenceyê û topbaranê de zêdetirî 66 jin kuştin. Zêdetirî 149 jin revandine. Her wiha destnîşan kir ku 178 jin birîndar bûne û rastî tecawîzê hatine.

Derbarê bûyerên kuştin ên jinên ku nasnameya wan ne diyar in, navendê da zanîn ku di 28-1-2018`an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jineke 55 salî ji ber topbaranê hate kuştin.

Di 19-11-2019`an de jineke ciwan li bajarê Efrînê hate kuştin û cenazeyê wê li gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê li ber kaniya gund hate dîtin.

BÛYERÊN REVANDIN Û ÎŞKENCEKIRIN

Navendê diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar û 564 sivîl rastî tundiya dewleta Tirk û çetewyên wê hatin û 149 jin hatine revandin, çaranûsa gelek ji wan nayê zanîn.

Navendê navên jinên ku çaranûsa wan nayê zanîn eşkere kirin:

Gulê Silêman ji gundê Basûtê ye û ji hêla çeteyên Mertala Firatê ve di destpêka 2018`an de hatiye revandin.

Heyfa Casim ji pêkhateya Ereb e, ji ber tawana têkiliya bi Rêveberiya Xweser re ku di nexweşxaneya Avrîn de hemşîre bû, hate revandin.

Xedîce MIstefa Berko (23) ji hêla Jendermaya Tirk ve, Emîne Hisên (60) ji hêla çeteyên Feyleq El-Şam ve, Ayat Ehmed Reşîd û Sefa Ibrahîm El-Şear hatin revandin.

Di 11-5-2018`an de jina bi navê Xedîce ji hêla istixbarata Tirkiyê ve ji mala xwe ya li taxa Eşrefiye ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin.

Di 19-5-2018`an de Hesna El-Îd a ji pêkhateya Ereb ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve ji navçeya Cindirês ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin.

Lonjîn Mihemed Xelîl û xwişka wê Rûjîn Mihemed Xelîl ên ji gundê Dimliya yê navçeya Recoyê ji ber tawana ku birayê wan endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye, ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Di 15-8-2018`an de Xedîce Meskîl (50), Cînan Tane (26), Mîdye Tane (20), Cîhan Tane (17) yên ji gundê Hikîcê ji hêla koma Nûrdîn Zengî ve hatin revandin.

Siyasetmedar Xalîde Silêman endama Partiya Demokrat a Pêşeverû ya Kurd li Sûriyê ji gundê Birka yê navçeya Mabatayê ji hêla ewlehiya siyasî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin. Ew cara duyemîn bû ku Xedîce tê revandin.

Sara Abdullah Mihemed Elî (16) ya ji gundê Meriskê yê Efrînê, ji hêla polîsa leşkerî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin.

Di dîroka 5-10-2019`an de komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gelek jin ji gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera ya li Efrînê revandin. Navên wan wiha ne: Wîdad Henan Weqas, Emîre Şehîme û Mewlîde Ebdulrehman Xelîl.

Di dîroka 14-11-2019`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Xedîce Qere Elî, Emîne Qere Elî, Fadîle Mihemed, Fadîle Sîno û Heyat Qere Elî revandin.

Di 27-2-2020`an de serçeteyê koma El-Hemzat Ebû Şahir jina ciwan bi navê Arîn Delî Hesen (21) ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawayê revand. Niha ew di nav lepên polîsa leşkerî de ye.

Di 12-5-2020`an de çeteyekî Feyleq El-Şam jina ciwan bi navê Hêvîn Hesen Dibso (17) ya ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revand da ku bi zorê pê re bizewce.

Çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jina ciwan bi navê Velantîna Arselan Mistefa (22) ya ji gundê Derwîş ê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, revand. Piştî salekê Velantîna bi malbata xwe re axivî û ji wan re got ku ew li bajarokê Kefer Nubul ê parêzgeha Idlibê ye. Piştre dîsa agahiyên derbarê wê de qut bûn û heta niha çaranûsa wê ne diyar e.

Di 29`ê Gulana 2020`an de, şerek dijwar di navbera çeteyên El-Hemzat û Ehrar El-Şam de li bajarê Efrînê rû da, di encamê de gelek jin ku di nav de yên kurd hebûn, tazî di girtîgeha El-Hemzat de hatin dîtin. Dîmenek li ser malperên tevna civakî hate belavkirin û tê de 11 jin û bi wan re zarokek yeksalî xuya bûn. Hinek ji wan ji destpêka 2018`an ve hatine revandin.

Ji ber topbarana bêserûber li ser bajarê Efrînê û gundên wê, 178 jin birîndar bûn.  Jina bi navê Zêneb Ebdo Misto (70), dema hewl dida ku nehîşt çeteyên dewleta Tirk a dagirker mala wê talan bikin di 8`ê Hezîrana 2018`an de ji lingê xwe yê rastê û piştê xwe birîndar bû

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ FIŞAR LI SER JINAN TÊ KIRIN

Derbarê vê mijarê de endama rêveberiya Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Etiye Yusif ji ANHA`yê re axivî û got: Li gel zextên hikumeta AKP`ê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî parêzvanên mafên jinan, dewleta Tirk fişarê li jinan li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê dike.

Etiye destnîşan kir ku navendê gelek sûcên li dijî jinan li Efrînê bi delîl belge kirine. Her wiha piştrast kir ku ji ber tirsê gelek jinan nikarin sûcên ku li dijî wan tên kirin, bi lêv bikin.

Etiye Yusif di dawiyê de ragihand ku wan ev dosya ji tevahiya aliyên têkildarî mafên jinan û mafên mirovan re şandine. Etiye bang kir ku sûcdarên sûcên şer ên ji hêla dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, werin darizandin.

Back to top button