Siyaset

Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst êrişî her projeyeke alternatîf dike

Hediya Yûsif di hevpeyvînekê li gel ANHA’yê de behsa lihevkirinên navneteweyî yên beriya êrişên 20’ê Çileya 2018’an ên li ser Efrînê, rola hêzên cîhanî yên hegemon û hevkariya PDK’ê kir. Hediya Yûsif destnîşan kir ku PDK’ê projeya tesfiyekirinê li hemberî Tevgera Rizgariya Kurdistanê temsîl dike.

Endama Desteya Rêveber a Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratkî ( PYD) Hediya Yûsif sedemên sereke yên êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin û got, armanca sereke ji van êrişan têbikirina her projeyeke alternatif a muhtemel li dijî sîstema kapîstalîst a cîhanê ye.

Hediya di destpêka axaftina xwe de berxwedana li dijî dagirkeriyê silav kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Cihê xemgîniyê ye ku em derbasî sala 4’an a dagirkirinê dibin.”

‘DAGIRKIRINA EFRÎNÊ ENCAMA LIHEVKIRINÊN HÊZÊN CÎHANÎ, HERÊMÎ Û XWECIHÎ YE’

Hediya behsa lihevkirinên navneteweyî yên beriya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê kir û wiha got: “Efrîn di encama lihevkirinên navneteweyî û lihevkirinên di navbera Tirkiyê, Rûsya û hikumeta Şamê de hate dagirkirin. Çarçoveya êrişên dewleta Tirk li ser Efrînê sînordar nema, ji ber ku dewleta Tirk didît ku avakirina Rêveberiya Xweser a kurdî li ser sînorê wê xeteriyekê li ser ewlehiya wê ya netewî çêdike û civaka navnetewî, NAOT û Rûsya bi vê yekê îqna kir. Li ser vê yekê êrişî Efrînê kir. Dewleta Tirk texmîn dikir ku dagirkirina Efrîn û têkbirina rêveberiya wê ya xweser dê metirsiyên wê bi dawî bike û pirsgirkên wê çareser bike, her wiha wê pirsgirêkên wê yê bi Rûsya û hikuemta Şamê re çareser bike. Ji ber vê yekê û piştî berxwedana şênî û şervanên Efrînê ya 58 rojan, kanton dagir kir.”

‘DI RADEYA YEKEMÎN DE JINÊN EFRÎNÎ KIRIN HEDEF’

Têkildarî êrişên li ser jinan Hediya Yûsif wiha dom da axaftina xwe: “Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê di radeya yekemîn de jin kirin hedef. Ji ber ku gelek jinên efrînî wekî sembolên Şoreşa Rojava hatin destnîşankirin. Mînak Arîn Mîrkan ku yek ji sembolên Şoreşa Rojava ye. Her wiha Avêsta Xabûr ya ku bû sembola berxwedana Efrînê û şehîd Barîn Kobanê ku bû sembola berxwedana li hemberî zihniyeta hovane ya dewleta Tirk. Berxwedana têkoşerên jin hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kirin. Jinên efrînî di têkoşîna azadiya jinan de li pêş bûn, her wiha di parastina çand û nirxên mirovî û hebûna jinan de li pêş bûn. Di kesayeta jinan de şêniyên Efrînê tevgera azadiyê û fikirê wê nas kirin.”

‘SÎSTEMA KAPÎTALÎST DÊ BI HEMÛ HÊZA XWE ÊRIŞÎ HER SÎSTEMEKE ALTERNATÎF BIKE’

Li ser sedemên rastîn ên êrşên li dijî kantona Efrînê, Hediya Yûsif diyar kir ku siyasetên ku li ser Kurdan têne meşandin, bi taybet ên li ser tevgera rizgariya Kurd û gelê herêmê, ji aliyê navendekê û aqilekî ve têne bi rêvebirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê divê em xwe nexapînin, sîstema kapîtalîst wê qet nehêle ku sîstemeke alternatîf derkeve û dê bi hemû hêza xwe êrişî her sîstemeke alternatîf bike. Lê heger hêza wê têra vê yekê neke wê hewl bibe ku sîstema alternatîf paşguh bike û bedena wê biqelêşîne û civaka ku di encama vê sîstema alternatîf de hatiye avakirin, parçe bike.”

Endama Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Hediya Yûsif wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tevgera rizgariya Kurd dikarî li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bibe çavkaniya îlhamê. Ev nirx bi pêşengtiya rêber Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşê hatiye damezirandin, ev rastiyeke nabe ku were înkarkirin. Ji ber vê yekê sîstema kapîtalîst bi hemû hêza xwe hewl dide ku fikirê demokratîk birûxîne û nehêle kurdekî azad, an erebekî azad an jî suryanekî azad derkeve holê.”

‘MAYÎNA ŞOREŞA ROJAVA, BERHEMA TÊKOŞÎNA PKK’Ê YE’

Hediya Yûsif diyar kir ku rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di destpêkirina Şoreşa Rojava û rabûna wê ya li hemberî hemû êrişan de gelekî mezin e û got: “Çavkaniya vê îlham û vê hêzê PKK’ê ye, em nikarin vê înkar bikin. Destkeftiyên ku li Rojava hatin bidestxistin û ji aliyê Kurd, Ereb û Suryan ve têne prastin bi saya gerîlayên PKK’ê ne, keda wan sedema sereke û ya bingehîn e, divê em vê qet ji bîr nekin. Di heman demê de xelkê Rojava li derdora paradîgmeya rêber Abdullah Ocalan kom bûn. Tu kes nikare vê jî înkar bike an jî navekî din li vê rastiyê bike, sîstema kapîtalîst vê dizane, her wiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Rûsya û Ewropayê jî vê dizanin. Tu kes nikare bêje ku şêniyên Rojava normal şoreşa xwe dan destpêkirin û hin herêmên xwe rizgar kirin, her wiha nabe were gotin ku Şoreşa Rojava ji yên berê were qut e û yên ku vê yekê dibêjin xwe dixapînin.”

‘FELSFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN BINGEHA ŞOREŞA ROJAVA YE’

Derbarê mayîna şoreşê û jêdera wê ya fikirî ye, Hediya Yûsif got: “Rewşa heyî ya li Rojava û sîstema wê ya demokratîk bi awayekî sereke xwe dispêre paradigm û felsfeya rêber Abdullah Ocalan. Yên li ku hemeberî çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û artêşa Tirk a dagirker şer kirin şervanên PKK’ê bûn. Di esas de em li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêşengtiya Şoreşa Rojava dikin.”

‘KAPÎTALÎZMA CÎHANÊ HEWL DIDE TEVGERA RIZGARIYÊ TÊK BIBE Û WÊ REŞ BIKE’

Hediya Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sedemên sereke yên êrişên li ser Heftanîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha diyar kir: ” kapîtalîzm, Ewropa, Rûsya û hemû hêzên navneteweyî vê yekê baş dizanin. Bi armanca ku vê rastiyê reş bikin û civaka ku li derdora wê kom bûye têk bibin, êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirine. Da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Qendîl, Zap û Heftanînê têk bibin û ev mîsyon dan dewleta Tirk û hêzên kurdî ên xayîn.”

‘PDK’Ê PROJEYA TESFIYEKIRINA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ YE’

Hediya Yûsif her wiha behsa hewldanên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê  kir û diyar kir ku “Projeya PDK’ê tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî Heftanînê bi taybet dike, da ku vîna civaka Kurd bişkîne û tevgera rizgariyê tesfiye bike. Ev plana tesfiyekirinê ye, ji ber ku ev herêmê çavkaniyê hêza wan şervanan e. Dixwazin şervanên tevgerê bi destê dewleta Tirk, çete û PDK’ê têk bibin. PDK’ê dibêje ku mafên Tevgera Rizgariya Kurdistanê nîne ku li çiyayê Kurdistanê bimîne. Kî dikare vê yekê bêje? Çiyayên Kurdistanê her tim spartgeha tevgerên berxwedêr e û mafê tu kesî nine ku cografiya Kurdistanê parçe bike.”

Hediya Yûsif destnîşan kir ku planeke berfireh li dijî hebûna gelê Kurd û gelên herêmên û hewldanên wê yê rizgarkiyê hene û got: “Planên qirkirin û tesfiyekirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava hene, dixwazin van herêman tengav bikin û  dorpêç bikin. Di heman demê de planên mîna vê li dijî Şengal û destkeftiyên wê û xelkên wê jî hene. Dixwazin sîstema Şengalê biguherin, piştre Iraqê bikişînin vê planên. Erdogan dixwaze nefesa kurdan li ku derê dibin bila bibin biçikîne. Dewleta Tirk bi desteka navneteweyî êrişî Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin da ku kurdan qir bikin û projeya demokratîk û yekitiya pêkhateyan têk bibin.”

Back to top button