wêje

Li Hesekê çalakiya “Wêje berxwedan e”

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- Nivîsgeha Hesekê bi dirûşmeya “Wêje berxwedan e” û bi armanca pişgirdayîna berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hember dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek wêjeyî li dar xist.

Çalakî li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan kesayetên çandî, saziyên civakîa sivîl hate lidarxistin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/30/123918_afaf-hsky-28large29.jpg

Piştî deqeyek rêzgirtin, helbestvan Efef Heskî, Lemîs Mihemed, Kewser Mardînî, Sefa Ehmed, Hozan Kirkendî û Mişel Osman gelek helbest xwendin.

Helbest li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef, berxwedana Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û Kobanê de bûn.

Di hin helbestan de girîngiya avakirina yekitiya kurdî li hember dagirkeriyê hate destnîşankirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/30/123941_fatmh-ahmd-28large29_1.jpg

Derhêner Fatima Ehmed şanoyek kurt der barê dagirkirina Serêkaniyê de ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê û azarên koçberiya şêniyan, pêşkêş kir.

Back to top button