Civak û çand

Jinên gund li ber destarê Pîra Rebîa kom dibin

 Pîra Rebîa Cebir ya 70’ê salî li nava gund çinarek qewiye ku her kes xwe lê digire. Mala wê muzexaneyek çandê ye, gelek berhemên keda destan ên weke Rebîayê qedîm hene. Ji cerê avê yê bi destan çêkirî heya meşka ku dewê wê havînan ji hemû vexwarinan bitamtire, destar û mîrkut jî di navê de gelek bermayên biqîment hene. Hîna jî pîrê li ser xwe ye û jinên gund hemûyan li dora destarê xwe yê bûye parçeyek ji jiyana wê dicivîne. Li bin kepra pêşiya malê jinên gund yên ji her temenî kombûne, li ber çixare û çayê destar ji destê hev digirin. Bi wê sohbeta xweş westan nayê bîra wan, lê dîsan jî destê hev diguherin û weke sohbetê kedê jî hevpar dikin. Rebîa ya despêkê dora sohbetê û destarê ya wê ye û sedema komkirina jinên gund jî cardin her ewe di navberan de çixareyekê ji titinê jî çêdike û pê dixe. Ji xwe piştî kombûna jinan êdî destar ji destê Rebîayê digirin û her yek demekê para xwe lê dike.

Back to top button