Siyaset

Zenûbiya Athro: Damezirandina YPJ`ê nameyek ji dijmin re ye

Konferansa damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 2’yê Nîsana 2013’an de li ‎bajarê Dêrikê bi dirûşmeya “Ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê xwe di nava YPJ’ê de ‎bi rêxistin bikin” hate lidarxistin û di 4’ê Nîsana heman salê de avakirina YPJ’ê bi ‎awayekî fermî hate ragihandin.‎

Ji fermandarên Hêzên Parastina Jinên Bêth Nehrên Zenûbiya Athro axivî û salvegera ‎‎8`emîn a damezirandina yekîneyên parastinê pîroz kir û got, ev yekîne ji hemû ‎pêkhateyan hatiye avakirin. ‎

Zenûbiya Athro diyar kir ku yekîneye tu cudabûn naxe navbera pêkhateyên Kurd, Ereb ‎û Suryan, ji lew re DAIŞ`ê û artêşa  dagirker dikin armanc û hebûna wê hildiweşînin.‎

Zebûbiya Athro destnîşan kir ku jinên suryanî rola xwe di nava yekîneyan de lîst û ev ‎yek li gotina xwe zêde kir: “Di sala 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê ketin gundên asûriyan, ‎jin revandin û şêniyên wê koçber kirin, lê Yekîneyên Parastin Jin parastina jinan kir, li ‎dijî DAIŞ`ê şer kirin û derbên giran li wan dan. “‎

Zenûbiya Athro diyar  kir ku jinên suryanî tev li nava hêzên leşkerî bûn, da ku nehêlin ‎careke komkujî li dijî gelê Suryan û Ermenî çêbibin e û got:”Jinên suryanî hebûna  xwe ‎ya leşkerî, siyasî, civakî û aborî ava kir.”‎

fermandar Zenûbiya Athro bal kişand ser êriş û komkujiyên li dijî jinan û wiha dom da ‎axaftina xwe: “Ev êriş û komkujî ne tiştekî nû ne, di pêvajoya dîrokê de gelek cureyên ‎destdirêjiyê li dijî jinan pêk hatiye, lê îro bi avakirina artêşeke taybet bi jinan nameyek ‎gihand dijminan ku ew hene û tu kes nikare vîna wan tune bike.”‎

Ji fermandaran Hêzên Parastina Jinên Bêth Nehrên Zenûbiya Athro di dawiyê de bang li ‎hemû jinan kir ku hevgirtina xwe çêkin û cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin  û ‎Hêzên Parastina Jinên Beth Nehrên de bigirin û li dijî hemû gefan bisekinin.‎

Back to top button