Arşîv

Koordînasyona Kongra Star dayika Ûweyş bi bîr anî

Îro salvegera 28‘an a salvegera wefata dayika rêber Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got:

“Dayika Ûweyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re netewand. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kirin. Ji me re mînaka serbilindahiyê ye. Ji ber ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir. Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir û mezin kir ku bi saya wî em bi azadî dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan dayika xwe wek xwedawendekê pênase kiriye. Em serfiraziya xwe tînin ziman ku kesayetek ku têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê bi rê ve dibe, anî dinyayê.

Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayika xwe sûd wergirt û ji xwe re kir çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê tê dikoşe.

Dayik mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e. Ji ber wê dema rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayika xwe bi bîr tîne û di kesayeta dayika xwe de kesayeta jina bihêz û rêveber şîrove dike.

Em wek Koordînasyona Kongra Star dayika Ûweyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin û rehmet li giyanê wan be. Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê.”

Back to top button