Arşîv

Kongra Star 1’ê Gulanê li karkeran pîroz kir

Bi vê boneya 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê, Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“1`ê Gulanê wek roja rol û girîngiya karker, kedkar û têkoşerên civakê ye. Karker ji stûnên sereke û bingehîn a civakê tê hesibandin, ji ber ku bi ked û têkoşîna xwe gelek aliyan di civakê de bi pêş dixe.

Em wek Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû qurbaniyên vê rêya dijwar de û di serî de şehîd û rêberê vî gelî ku di şert û mercên herî dijwar de kedê didin û dixebitin, bi bîr tînin. Em piştrast dikin ku 1’ê Gulana vê salê israra xebat, têkoşîn û pêşketinê zêde kiriye da ku armancên xwe pêk bînin.

Em kar û xebatên jinan li Bakur û  Rojhilatê Sûriyê silav dikin ku di hemû qonaxên berê de ji bo avakirina civakeke demokratîk, exlaqî, siyasî û azad li qadên siyasî, leşkerî, çandî û çapemeniyê tê koşiya û heta ji bo parastina mriov û civakê li dijî terorê li ber xwe da.

Em hêvî dikin ku 1’ê Gulanê îsal ji zor û sûcên ku li dijî gel bi sedalan pêk dihatin û binpêkirinên ku hemû pêkateyên me rastî wê tên, bibe cejna rizgariyê û cejna xelasbûna ji zihniyeta desthidarî. Her wiha bibe roja têkoşîna giştî ya ji bo avakirina Sûriyek demokratîk, pirreng, yekitî û azad ku tevahî pêkhateyên wê bi azad û demokratî têde bin.

Em wek Koordînasyona Kongra Star bi vê boneyê tevhaî kedkar û karkeran pîroz dikin û carek din piştrast bikin ku şoreşê Rojava şoreşa tevahî bindestên cîhanê ye û hevkarê cîhana azad e da ku civakek demokrat ava bike. Her wiha em soz didin ku li hember tevahî rêbazên keysbaziyê li ber xwe bidin heta ku civakek demokrat, adil û wekhev pêk bînin.”

Back to top button