Gotar û hevpeyvîn

Hesîna Ehmed : REWŞA GELÊ KURD

REWŞA KURDA

Di van dem û qonaxên zehmet û giring de pêwîste hemî Kurd şiyarbin ji her tiştî re û ji çi bûyerên ku li dûra wan çêdibin û divê haya wan ji planên qirêj û gemar ê ku li ser wan bi taybet çêdibin hebin , dibe hemî partî rêxistin hevgirtin hetanî hêzin leşker ên kurd bibin yek helwest li dijî dagirker ên Kurdistan ê û dijminên gelê Kurd dibe berjewendiyên doza Kurd û tevahî destkeftiyên kurdan di ser her tiştî re bin di ser berjewndiyên partîtî ên teng ji ber metirsiyên pir mezin li ser Başûr û Rojava yê Kurdistan ê hene ji ber vê yek ê dibe gelê Kurd li her çar milê Kurdistan ê û ên ji derveyî Kurdistan ê bibin yek li hemberî tevahî hêzên dagirker û heval bendên wan ên li dijî doza kurdî û miletê Kurd disekinin dibe miletê kurd bi erka xwe a dîrokî rabin û dibe himberî berpirsyariya Netew û welatê xwebe û dibe kurd baş zanibin ku di qûnaxek pi girin hesah û xeter re derbasdiba dibe zanibe ku di pêvajûya hebûn û tinebûnê re derbasdibe pêvajoyek ku hemî dijminên gelê kurd û bi taybet dewleta turk a faşîst ji bo ku gelê kurd tunebikin dijminên kurdan nasekinin pilanên wan birdewamin tevliheviya çêdikin di navbera partiyên polotik ên kurdî de ji bo bi hev dakevin û dijmin û dagirkeran ji bîr bikin ji ber wê yekê dibê em tev şiyarbin û haya me ji me hebe û haya me ji dijminê me hebe û dibe helwesta me yek be û pêwîste em helwesta xwe bighînin hemî netw û dewletên hegemonî  û ên Iqlîmî û ên herêmî ji bo ku zanibin ku kurd ne kurdên berê ne û ne gepekin wê bi hesanî wan daqurtînin û wan tunebikin .

Hesîna Ehmed

endama desteya rêveber a yekîtiya rewşenbîran ya herêma cizîr ê

Back to top button