Gotar û hevpeyvîn

Silava Silêman :Ji Bo Salvegera Şoreşa Rojava

Silava Silêman ji bo şoreşa Rojava

Têgeha Şoreşê tê wateya tevgereke dîrokî, bi armanca hilweşandina sîstema koledar û avakirina guhertineke giştî li ser asta siyasî, aborî, civakî û çandî di civakê de. Ew jî encax bi riya ferdekî azad were pêkanîn. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ne tesaduf ango berisva bûyereke awarte bû, berovajî wê şoreşeke li ser esasê têkoşîna li hember înkar û desthilatdariya ku bi dirêjahiya salan li ser gelê Sûriyê û bi taybet gelê Kurd pêk hatibû.

Şoreşa Sûriyê ku di sala 2011an de dest pê kir gelek têgeh û doz zelal kirin. Piştî 6 mehan ji destpêkirina Şerê Sûriyê ku di 15 Adara 2011an çarenûsa wê radestî Tirkiyê kirin û aştiya ku gelê Sûriyê pê bang dikir ew rawestandin. Bi wê re kaoseke pir mezin di aliyê avakirina leşkerî û siyasî de çêbû. Gelek ketîbeyên di bin navên cûda de, ku armanca wan tenê hilweşandin, ne azadî bû, hatin avakirin. Di wir de êdî rûmet hate windakirin piştî ku gel û kesên ku serhildan li hember rêjîma heyî pêk anîn û ji bo azadiyê rabûbûn serhildanê.
Êdî hemû mifteyên çareserî, şer û aştiyê radestî dewletên herêmî û hegemon bûn. lê Rojava di vê pêvajoya xeter de ji aliyekî ve bû projeyeke aştî û yekîtiyê, ji aliyê din ve jî kurdên xwedî mîrateya rêxistina berê yên ku têkoşîneke demdirêj û veşartî li hember rêjîmê didan bûn xwedî îrade û biryar. Êdî gelê Rojavayê Kurdistanê bê hebûna dewlet û desthilatdariyê jiyaneke azad ava kirin û hemû pêkhateyên herêmê kirin hevparên xwe yên wê rêveberiyê. Bi damezrandina YPJ/YPG sîstemek parastina herêmên xwe ava kirin û meclisên sivîl di hemû beşên jiyanê de hatin avakirin û felsefeya jiyana wekhev û biratiya gelan pêş xistin. Xeta sêyemîn hat hilbijartin ku bi felsefeya Netewa Demokratîk xwe dida der û dûrî têgeha dewleteke neteweperestî, olperestî û yek navendî civak bi rê ve dibir. Piştî Rojava ji Rêjîma BAAS hat rizgarkirin, pêvajoyeke nû dest pê kir, ew jî bi ragihandina Rêveberiya Xweser ku di 21 Kanûna 2014an de ava bû, ji dehan rêxistin, partî û kesayetên welatparêz ên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Ermen û Şîşan bûn, weke çareseriya herî guncaw û li ser bingeha parastina yekîtiya Sûriyê û çareserkirina hemû dozên ku di herêmê de asê mabûn, û bi rihê parvekirinê li ser esasê yekîtiyeke dilxwaz bû.
Şoreşa 19 Tîrmehê, weke çareseriya civakî û siyasî ji bo sîstema Sûriyê ya ku bibû girêk e, ku çanda jiyana hevbeş, azadiya jin, xweseriya îradeya ciwanan, sepandina ferasetên ekolojî li gel girîngîdayîna saziyên civaka sivîl û azadiya çapameniyê ye. Di vê rêveberiyê de xebatên siyasî, olî, mezhebî, çandî bi şêweyekî azad tên meşandin.
Di her kongreyeke ku bi mebesta çareseriya aloziya Sûriyê dihat lidarxistin, civaka sûrî hêviyên nû ava dikir, ji Cinêv bigre heya Astana û Sûçî, lê belê yekê ji wan jî ji derveyî kûrkirina pirsgirêkê ti encam bi xwe re neanî. Lê êdî her kes dibîne û li ber çavan zelal e ku projeya demokratîk-kirina Sûriyê û Rêveberiya Xweser projeyeke temamker û nimûne ye ku ne tenê ji bo Sûriyê lê belê ji bo hemû dewletên netewe yên pirsgirêka azadiyê jiyan dikin e.
Heya roja me ya îro, em di şoreşeke mezin de dijîn û têkoşîneke bê hempa li beramber faşîzm û şovenîzmê nîşan didin. Tevî ku gavên gewre û nirxdar ên ku me avêtine, bi taybet li dijî terorîzma DAÎŞê, lê hîna jî dewletên ku piştgiriya terorê dikin hene û hewildanên rûxandina destkeftiyên vî gelî dikin û dewleta Tirkiyê mînaka herî berbiçav e

Back to top button