Siyaset

​​​​​​​Rêxistinên jinan banga hesab xwestinê ji dewleta Tirk kir

Endamên rêxistinên jinan banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir da ku li ser sûcên dewleta Tirk li dijî jin û zarokan hesab jê bixwaze

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan zêde dibin, herî dawî jî 8`ê Tebaxê cendermeyên Tirkiyê zaroka 11 salî û jina 25 salî dema ku xwestin sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê derbas bikin, tecawiz kirin

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji destpêka ku kantona Efrînê dagirkirine ve li dijî jinan hovîtrîn sûcan pêk tîne, herî dawî jî du jin ji gundê Qestel Keşk ê girêdayî navçeya Şera (Hêvîn Oso ya 39 salî û Mûzeyen Oso ya 45 salî) revand.

13’ê Tebaxê jî ji ber sûc û zextên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrînê, bi taybet li dijî jinan, jina bi navê Eyşe Mihemed Xalid a 20 salî ku diya zarokekî ye dawî li jiyana xwe anî

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Herêma Firatê Gulîstan Bekir der barê mijarê de got, sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî jinan bi awayekî ber bi çav zêdetir bûne.

Gulîstan Bekir bi domdarî got: “Dewleta Tirk ne tenê li dijî vîna jinan, di heman demê de li dijî hemû gelan nexasim ên ku li ber xwe didin xwedî hişmendiyeke qirker e, ji ber vê yekê di serî de li dijî jinan sûcan pêk tîne da ku wan bişkîne û dixwaze di şexsê jinê de gelê Kurd qir bike.

Gulîstan Bekir bang li rêxistinên mirovî yên ku îdiaya parastina mafên jinan dikin, kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û komîteyeke lêpirsînê ava bike da ku hesab ji sûcdarên jin û zaroka li Qamişloyê tecawiz kirin, bixwaze

ANHA

Back to top button