ArşîvÇalakî

Gelê herema cizîrê îro bi dawîkirina çalakiyên 4’ê nîsanê soza azadiya fîzîkî ya rêbertî dan

îro 4/4/2022 ‘ an li bajarê Qamişlo bi sedan gel herikîn statoya 12 ‘ê adarê da ku çalakiya rojbûna Rêbertî pîroz bikin .

çalakî di bin duruşma”dem dema azadiya rêbertîyê ye” de bû, û  bi tevlîbûna hemî bajarok û gundan ,  saziyên rêveberiya xweser , ciwanên şoreşger , saziya malbatê şehîdan  û kongra star pêk hat .

beriya ku  çalakî des pê bike kesên  amade deqeyek rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê rawestiyan.

paşê bi navê tevgera ciwanên şorşger Tolhildan zerdeşt axifî û got emê sala 2022’ an bikin   sala serkeftinê û emê bikin sala rizgarkirina Rêbertiya xwe, her weha, ji aliyê tevgera jinên  ciwan ve navê Rêbertî  hate wêne kirin . paşê bernameyê hûnerî hat des pê kirin koma serhildan ya Hesekê û koma Zîlan ya Dêrbêsiyê stran gotin, di heman demê de, ji aliyê koma şehîd welat ve govenda foklorî hate pêşkêşkirin, kesên ku tevî şahiya 4’ê nîsanê bibûn bi coş û heyecana xwe soza serkeftin û azadî kirina rêbertiyê a fîzîkî dan.

Back to top button