Arşîv

Şandeke ku ji çalakvanên siyasî û rojnamevana serdana nûneratîya Kongra Star li Herêma başurê Kurdistanê kirin

Nûneratiya Kongra Star li Herêma Başurê Kurdistanê îro Yekşemê pêşwaziya hejmarek çalakvanên siyasî û rojnamevan ji neteweyên cuda yên Ewropayê kir.

Îro yekşem 17/7/2022’an şandeke çalakvanên siyasî û rojnamevanên netewên cuda yên Ewropayê serdana nûneratiya Kongra Star li Herêma Kurdistanê kirin û ji aliyê nûnera Kongra Star Lêman Şiwêş û endama desteya rêveber ya nûneratiyê Slava Silêman ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de endamên Kongra Star bi berfirehî behsa sîstema Kongra Star û armancên wê, kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê û nûneratiyên xwe yên bi armanca xurtkirina peywendiyan bi rêxistin û kesayetên jinan re pêşkêş kirin.’ Têkoşîna siyasî ya jinên Kurd û rola wan ya pêşeng a di şoreşa Rojava de di bin sîwana Kongra Star de di hemû astên siyasî, îdarî, civakî, dîplomatîk û leşkerî de hat destnîşankirin.’ Endamên şandeyê destnîşan kirin ku armanca wan ew bû ku biçin Rojava û li ser têkoşîna gelê Kurd û şoreşa wê û têkoşîna jinên Kurd agahdar bibin û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava kirin.’

Back to top button