ArşîvDaxuyanî

şoreşa Rojava xwedî risteke mezine ji ber kû  tevahî Cîhan ji  gefên terorê xilas kir

Îro 18’ê Tirmeha 2022 an li kampa Serdemê ji aliyê kongra star daxuyaniya salvegera 19’ê Tîrmehê a șoreșa Rojava hat dayî, daxuyanî ji aliyê Ronahî Ahmed ve hat xwendin di daxuyaniyê de tevahî sazî ,komîte   tevlî bûn .û daxuyanî wiha bû:

Bi navê tevgera jin Kongra Star li herêma Efrînê ,

Şoreşa ku di roja 19 Tîrmehê 2012  an dest pê kirî bû çiroskek hêviyê ji hemû mirovahiyê re di sedsala 21 emîn de ,  di hemen demê de bû şoreşa azadiyê ya ku 11 salin  di ser re derbas dibin Şoreşa azadiya hemû pêkhatiyên civakê ; şoreşa jin ,  şoreşa ciwanan em dikarin bêjin ku şoreşa civaka demoqratîk e , bersiva herî xurt li hember siyasetên pişavtinê û qirkirinê ji gelên herêmê re ya kû hêza xwe ji berxwedaniya 14 Tîrmehê digre , berxwedaniya  zîndana Îmralî û destanên lehengiyê li çiyayên azad li hember çekên kîmaysal yên qedexekirî tê bi kar anîn  di pêşengtiya  YJAStar û Gerîlla tên nivîsandin.

Ji destpêkê ve Şoreşa Rojava li ser esasê Biratiya Gelan ji hemû pêkhatiyên Bakur Rojhilatê Suriyê hat damizrandin   û sîstema Netewa Demoqratîk di wateya herî rast hat temsîl kirin û gihêşt astekî bilind bi saya berxwedaniya Kobanê bi saya fedayî û qehrimanên YPG, YPJ , QSD yên ku nirxên şoreşê parestin û gelek ji wan jî  birîndar ketin , bi tevlîbûna mirovên enternasyonal ji hemû aliyên Cîhanê yên ku li hember faşîzmê serî rakirin û guhêştin asta şehadatê .

Di dîrokê de di tu şoreşan de jin ewqas ne bûn xwedî mesyon û pêşengtî nekirin bi qasî vê şoreşê ne tenê jina kurd di hemen demê de bû dengê şoreşa jin di Rojhilata Navîn û Cîhanê de .

Têkoşîna bê navber ya ku gelên  Bakûr Rojhilatê Suriyê gav bi gav dan meşandin bû sedem kû Daîş û rêxistinên  paşverû û hovane di herêmê de werin rûxandin û li hember êrîşên dewlata tirk û çeteyên dagirker li ber xwe didin .şoreşa Rojava xwedî risteke mezine ji ber kû  tevahî Cîhan ji  gefên terorê xilas kir, lê mixabin heya niha hêzên navnetewî deskeftiyên şoreşê ji ne dîtî ve dihesbînin pîştî 11 salan Rojava herêmek bu xwedî  statuyeke ciyografiyeke ku hijmareke zêde ji koçberên surî hemîz dike ji ber ku xwedî taybetmendiyeke demokratîk e , lê dîsa jî rewşa herêmê li ber çavan nayê girtin û hemû alîkaryên mirovatî û xêrxwazî ku ji aliyê dezgeh û saziyên navnetewî ji herêmên dagirkerî û çeteyan  re tên şandin .

Di van şert û mercan de ji bo avakirina Suriyeke demoqratîk ne navendî û  ji bo parestina destkeftiyên ku me bi dest xistine bi xwîna Şehîdan û Berxwedaniya Gel .  banga me ji hemû sazî û rêxistinên mirovahî û bi taybet rêxistinên jin û zarokan ji bo ku helwesta xwe diyar bikin ji van gefan û bigihêjin biryarekî bi girtina qada hewayî li asîmana Suriyê

Ji bo parestina gelê sivîl û rawestandina herkîna xwînê , Divê aliyên têklîdar hemû derfetên xwe bi kar bînin ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xwesar ji ber ku sîstema herî rêxistinkirî , aram û ewla di herêmê de

Em jî tevgera jina azad tevlî pêngava herêmî û navnetewî dibin ya  ku dest pê buya ji milê partî û rêxistinên siyasî yên bakûr rojhilatê Suriyê ji bo rizgarkirina xakên dagirkirî ji qirijya  terorê .

KONGRA STAR herêma Efrîn

18 _ 7 _ 2022

Bijî Biratiya Gelan

Bijî Rêber Apo

Jin Jiyan Azadî

 

Back to top button