ArşîvDaxuyanî

Komîteya Şilêr a Zarokan fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê şermezar kir

Komîteya Şilêr a Zarokan bang li tevahî dewlet, saz û rêxistinên mafên mirovan û zarokan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan rawestîne û fermana li Şengalê şermezar kir.

Bi dehan zarok li pêşiya Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê şermezar kir.

Di kombûnê de Komîteya Şilêr a Zarokan daxuyanî da. Endama rêveber a komîteyê Culya Xelo daxuyanî xwend.

 

Daxuyaniya komîteya zarokan a şilêr weha dest pêkir’ ji bona salvegera fermana Şengalê û êrîşên li ser  Şengalê,  taybet zarokên êzîdî ên ku hatina şehîd xistin, zarokên hatine dil  girtin,  zarokên bê dê u bav mane, zarokên seqet mane, zarokên hatine tecawizkirin,zarokên emrê biçûk de hatine zewicandin û wek kole hatine firotin, ji bona em vê rojê şermezar dikin .’

Culiya di daxuyaniyê de  bang li  hemû dewletên navneteweyî kir da ku van êrîşan bisekinînin,ji bo kuştina zarokan were rawestandin, zarok bê xeyal jiyan nekin.’

Her weha bibîr xist ku zarokên êzîdî yên destê daişê de werin rizgarkirin.’

Di dawiyê de bîlancoya kesên hatine revandin diyar kir’bi gistî gelên ku hatine revandin 6417 di nav de 3534 kes û 251 zarok hatine rizgarkirin.’

Em zarok şer naxwazin , Azadî û aşitî dixwazin, şehîd namirin.

Back to top button