ArşîvDaxuyanî

Meclisa jin ya rȇveberȇn dibistana Bakur ȗ Rojhilatȇ Surȋ ȗ bi PȇȘengtiya Kongra Star bi daxuyaniyekȇ ȇrȋȘȇn herȋ dawȋ Șermezar kirin

Em wekî jin li Bakur û Rojhilatê Surî van kiryarên hovane yên dewleta turk a faşȋst bi tundî şermezar û pirotesto dikin

ȋro li bajarȇ QamiȘlo li pȇsiya navenda Muhemed Șȇxo  meclisa jin ya rȇveberȇn dibistana Bakur ȗ Rojhilatȇ Surȋ ȗ bi PȇȘengtiya Kongra Star daxuyaniyek dan .

daxuyanȋ bi tevlȋbȗna kongra star ȗ mamosteyan pȇk hat,daxuyanȋ ji hȇla semer husyin ve bi zimanȇ kurdȋ hat xwendin

di daxuyaniyȇ de av hat gotin  ;

Daxuyanî ji bo Raya Giştî

Di demên dawî de dewleta turk ya dagirker, pîvan û nirxên mirovahiyê , yase û mafên gelan binpê kir û hemû zagon ,misogername û belgenameyên netewên yekbûyî piştguh kirin, ev hemû kiryarên ku dewleta turk pê radibe mîras û reftarên imbiratoriya osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen çi kurd, ereb, ermem, aşur ê suryan, kirin.

Dewleta turk îro roj heman kiryaran  bi serê gelên me dike ji aliyê çandî, civakî , aborî û siyasî ve, hem jî zarokên dibistanên me armanc digire û wan dikin qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj.

Em wekî jin li Bakur û Rojhilatê Surî van kiryarên hovane yên dewleta turk a faşȋst bi tundî şermezar û pirotesto dikin, bi taybet jî suncên hovane yên herî dawî li dijî jinên tekoşer û siyasetmedar; ew jinên ku ji destpêka şoreşa 19 ê tîrmehê de nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirin .

Em bi navê jinên Bakur û rojhilatê suryayê bang li Rusya û Emerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi turkiyê re di sala 2019 an de ȋmze kirin, dikin ku rê li ber turkiyayê bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin.

Di heman demê de em bang li netewên yekbûyî û civakên navdewletî dikin ku berpirsyariyên xwe bigirin ser milê xwe û dagirkirin û destwerdanên dewleta turk di xaka Bakur û Rojhilatî Surî de  bi dawî bikin.

Em wekî jin sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê  dixwezin soz didin ku emê li ser şop û xeta şehîdan bin ji ber ku ew rêberên tekoşîna me ne.

23/8/2022

Mecilisa  jin Bakur û Rojhilatê Surî.

Back to top button