ArşîvÇalakî

Li dijî her cûryên tundiya dewlet û hişmendiya zilam… Jin, Jiyan, Azadî, meşên mêra li dijî tundiya li ser jinê

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de, bi sedan mêr ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, herêma Efrînê û Kantona Şehbayê; Û herêma Firatê daketin qadan da ku tevlî meşên li dijî tundiya li ser jinan bibin.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û di çarçoveya rêzeçalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, bi dirûşmeya ‘ Li dijî her cûryên tundiya dewlet û hişmendiya zilam’… Jin, Jiyan, Azadî Îro Duşemê 14/11/2022’an bi sedan mêr li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, herêma Efrînê û Kantona Şehbayê; Û herêma Firatê daketin qadan  da ku tevlî meşên li dijî tundiya li ser jinan bibin.

Heleb

Meşa bajêr li pêşiya hola civînan ya li taxa Şêxmeqsûd a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir, beşdaran alên Kongra Star û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bibûn hildan û pankarta li ser ‘ Li dijî her cûryên tundiya dewlet û hişmendiya zilam’… Jin, Jiyan, Azadî hatbû nivîsandin  û wêneyên Rêber Abdullah ocelan rakiribûn..

Beşdar bi qîrîna dirûşmên (Jin, jiyan, azadî, bijî şoreşa jinê, na ji kuştina jinan re) li kolanên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşiyan. Beşdar li ber navenda alîkariyê ya li rojhilatê taxa Şêx Meqsûd kom bûn.

Piştî ku mêr deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan rawestiyan, Rêveberê xeta Taxa Şehîd Gelhat Mihemed Mistefa  axavî, di destpêkê de diyar kir ku jin û mêr temamkerê hev in, lewma divê xebat bê kirin..

Mistefa her wiha destnîşan kir ku serketina li hemberî hemû astengiyan bi pêkanîna girêdanên jiyaneke azad û wekhev ku maf ji her kesî re dike, pêk tê.

.

 

 

Kantona Şahba

Li kantona Şehba ya herêma Efrînê îro Yekşemê 14/11/2022’an bi dehan zilamên herêma Efrînê beşdarî xwepêşandanekê li dijî tundiya li ser jinan bûn.

Xwepêşandêran li ser rêya gundê Kefr Nasih û navçeya Ehrasê kom bûn, wêneyên Rêber Ocalan hildan û pankartên bi nivîsa ‘ Li dijî her cûryên tundiya dewlet û hişmendiya zilam’… Jin, Jiyan, Azadî  û ‘Tundiya li ser jinê qirkirina  li ser civakê’ û ‘rêxistinbûn û têkoşîna jinên azad Temînata azadiyê ye.’

Piştî re deqeyek rêzgirtin  ji bo giyanê  şehîdan hate girtin, piştre endama Meclîsa Kantona Efrînê Fewzî Mistefa axaftinek kir û wiha got: “Jin di sedsalên borî de weke koleyên civakê  û mêran jiyan kirin.

Mistefa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser azadiya civakê û got, “Azadiya civakê di azadiya jinê de ye.’

Di heman demê de endamê Meclîsa Kantona Şehba Mihemed Mamo jî tekezî li ser pêwîstiya belavkirina fikra Rêber Ocalan a azadiya jinê kir.

Kantona Kobanî

Her wiha îro Duşem 14/11/2022’an bi sedan zilam û endamên saziyên sivîl ên herêmê beşdarî xwepêşandana ku ji aliyê Kongra star ve li herêma Firatê hatibû organîzekirin bûn.

Xwepêşandan ku ji qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir, wêneyên şehîdên di encama êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûne hatin hilgirtin û dirûşma “Jin jiyan e” hatin qîrîn.

Piştî ku xwepêşander gihiştin qada Jina Azad, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz rawestiyan, piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û tekez kir ku. “Azadiya jinê azadiya hemû gel û civaka ne..”

Şahîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kobanî bajarekî pîroz e, ji ber ku bi destên jina berxwedêr sembola azadî û têkbirina terorê ye û ji ber vê yekê ji Qada Jina Azad a bajêr. ez bang li her jinê dikim ku li dijî zaliman dengê xwe bilind bike.

Meşên roja Duşemê bi qîrîna dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû

Di 12/11/2022’an de platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya hemleya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê eşkere kir.

Back to top button