ArşîvDaxuyanî

Kongra Star êrîşên dewleta tirk li ser nexweşxaneya Til Rifet şermezarkir

Meclisa kongra star êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan 3û saziyên xizmetguzarî yên li heremê şermezarkir, û da diyarkirin ku faşîsta AKP,MHP dixwaze careke din hevkara xwe Daişê vegerîne herêmê û ji nû ve zindî bike.

Dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser heremên Bakur û Rojhilatî Suriyê hr ku diçe zêdetir dike, herî dawî jîduh În 16/6/2023’an, êrîşî nexweşxaneya Til Rifet  ya herema Şehba kir, di encama wê êrîşê de birîdar hebûn ji nav wan jî xebatkarên nexweşxanê.

Meclisa Kongra Star, bi daxuayniyekî nivîskî ev êrîş şermezarkir û got ku ev êrîş der mirovî û kiryarên der exlaqî ne û weha p3e de çû: ‘Bi salane ku dewleta tirk a dagirker li dijî herêma me êrîşên der mirovî pêktîne û kiryarên der exlaqî dike nexasim piştî hilbijartina ku li turkiyê û bakûrê kurdistanê pêkhatin rojane êrîş li ser gel,sivîl, û saziyên ku xizmeta gel dikin,dike  armanca xwe mîna nexweşxaneya TilRifetê ku ew jî bû hedefa dironên dewleta tirk .’

Ku bibe diyarkirin ku ‘bi van êrîşan faşîsta AKP,MHP dixwaze careke din hevkara xwe Daişê vegerîne herêmê û ji nû ve zindî bike ,her wiha diyare ku  ev êrîş dibin bêdengiya dewletên garantor re pêk tên weke Amrîka û Rûsiya, bê dengî nîşaneya hevkariya wane û bi hev re biriyara ku li dijî pirojeya netewa demokratîk şerkirine.’

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê ev kiryar şermezarkirin û got:iEm jî wekî mecilsa kongra star van êrîşan şermezar dikin û em dibêjin ku çiqas êrîş hebin ewqas jî vîna jin û civakê xurt dibe ,wê nikaribin bi van kiryaran  vîna vî gelê ku bi hezaran şehîd di oxira azadiyê de feda kirine lawaz bikin wê jin,ciwan û tevahî gelê me bi hemû pêkhatiyên xwe bibin derbendeke asê li dijî her cûre êrîşên dewleta tirk.’

Back to top button