ArşîvNûçe

8 rêxistinên jinan dijî êr,,işên dagir,,keriyê name ji NY’ê re şand

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, 8 rêxistinên jinan nameyeke hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres û saziyên NY’ê re şandin.

Rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker di qada navnetewî de ketin nava hewldanên.

8 rêxistinên jinan bi pêşengiya Kongra Star bi riya elektironîk nameyek hevbeş ji Sekreteyê Giştî yê NY António Guterres re şand.

Name her wiha ji 4 saziyên din ên NY’ê re hate şandin.

Saziyên ku name jê re hatiye şandin ev in:

Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan

Komîteya Mafê Mirovan,

Lijneya Giştî

Konseya Ewlekariyê.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Kongra Star dane, di nameya ku bi zimanê Ingilîzî û Erebî hatiye nivîsandin de hat xwestin ku ev sazî berpirsyariya xwe bi cih bînin û dawî li êrîşên Tirkiyê yên hiquqa navnetewî binpê dikin bînin.

Rêxistinên jinan ên nameya hevbeş şandiye ev in: 

Kongra Star

Meclîsa Jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê,

Meclîsa Jinên Suriyê,

Yekitiya Jinên Ezidî a Rojava,

Yekitiya Jinên Armen,

Yekitiya Jinên Suriyan,

Kombûna Jinên Zenobiya,

Navenda Lekolîn û Parastina Mafê Jin

bihevre vê name îmze kirin.

Back to top button