
Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) 30`yê Hezîrana 1996`an li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke fedaî li dar xist. Di wê çalakiyê de zêdetirî 50 efser û leşkerên tirk hatin kuştin. Lê belê çapemeniya tirk hejmara kuştiyan veşart û ragihand ku tenê 8 leşker hatine kuştin.
Jin û şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda her sal şehîd Zîlan bi bîr tînin.
Kongra Star a Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye şehîd Zîlan û Sema Yoca bi bîr anîn ku di şeva Newroza 1998`an di girtîgeha Çanakalê agir berda bedena xwe, bi bîr anîn.
Di çalakiyê de ku li Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiye ya Helebê li dar ketiye, têkildarî jiyana her du şehîdan, sinevizyonek hate pêşandan. Şênî, endamên meclis û komînan tev li çalakiyê bûn.





