
Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyeke vekirî ya ku dê 12 rojan berdewam be li navenda Kongra Star a taxa El-Marşo vekir.
Merasîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan sekinîn destpêkir.
Beşdar wê li ser girîngiya perwerdeyê, civaka xwezayî, zayendperestî, hestên polîtîk, hevjiyana azad, dîroka jin, Peymana Kongra Star, sîstema Komîn û meclisan waneyan bibînin.
Her wiha despêkê axaftina vekirinê ji aliyê Xalîde Botî di derbarê giringiya perwerdeyê de axivî.
Xalîde anî ziman ku, em demeke hesas û nazik de derbas dibin, dewleta Tirk a faşîst tecrîda li ser Rêbertî nû dike.
Xalîde di dawiya axaftina xwe de pêşketin û serkeftin ji bo dewreyê xwest.
Li gel wê, rêvebera Akademiya Şehîd Perwîn Êva Ehmed li ser sîstema dersê û sîstema akademiyê bi giştî axivî û anî ziman. ku armanc ji perwerdê ewe guherandina zihniyeta desthilatdarî, pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr . tê wateya avakirina civakeke azad û demokratîk .





