
Henîfe ji koçberên kampê yên tev li semînerê bûne şehîd Zîlan da nasandin. Her wiha balkişand ser rola jinan a bingehîn di çend serdemên dawîn de bi taybet têkoşîna şehîd Zîlan a ku pêvajoyeke nû ya berxwedana jinan da destpêkirin.
Endama Kongra Star Hesîne Hesen jî diyar kir ku çalakiya şehîd Zîlan, ji bo gelê Kurd rêya xilasiyê bû û bersivdayîna komploya navneteweyî bû.
Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Meamêl a kantona Dêrazorê bi çalakiyekê şehîd Zîlan bi bîr anî.
Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîsam El Mihemed axivî û behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, têkoşîna wê li dijî komployê û planên li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.
Di dawiyê de li ber wêneya şehîd Zîlan mûm hatin pêşxistin.




