DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Kesên xwedî wîjdan pêwîste li hemberî şerma ku bi aqilê dewletê hatiye kirin xwedî helwest bin

Kongra star qetilkirina Narîn a 8 salî bi daxûyanîyekê bi tundî şermizarkir û dîyarkir ku Wehşeta li ser Narîna 8 salî hatî kirin, darbe û êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye, got ku li hemberî vê sîyaseta qirêj pêwîstî helwestekî civakî heye.

Zaroka 8 salî Nalîn Gural di 21’ê tebaxê de li taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû û di roja 19’emîn de canazeyê Narîn Guran di Rûbarê Egertutmazê de di tûrikî de hat dîtin. Li derbarê qetilkirina Narîn Guran de Ruxmê 20 roj li ser buyerê de derbas bune jî hîna tu agahîyên zelal nehatîye parvekirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Narîn Gurana ya heşt salî, piştî dîroka 21’ê Tebaxê de diçe korsa Quranê, careke din agahî jê nayê standin, lê mixabin piştî 19 rojan derket holê ku Narîna biçûk bi awayekî hovane hatiye kuştin.”

Di daxiyanîyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk kujeran vedişêre û wiha hat gotin: “Tevî ku 20 roj li ser bûyerê re derbas bûn, dewletê derheqê kujeran de tu agahi nade û dixwaze li ser bûyerê bigire. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze bûyerê belavî demê bike û kujeran veşêre. Çawa ku bûyer hat bihîstin, qedeexeya weşanê danîn. Dewlet bi biryara qedexeya li ser dosyayan û derengkirina xebatan ve, dixwaze delîlên heyî veşêre. Rewşa bûyerê nîşan dide ku bûyer bi awayekî pir bi profesyonel hatiye kirin.  Bi reşkirina delîlan ve jî kujerên esasî tên veşartin.”

Her wiha  daxûyanîye balkişant li ser bendegkirina berpirsê cendurmeyan û wiha pêde çû: “ Di roja dehan de berpirsê cendirmeyan got; “Di destê me de delîlên zelal hene, di demeke herî nêz de em ê encam bigrin.” Lê tevî ku 20 roj li ser bûyerê re derbas bûne, hîn tu daxuyaniyên zelal nînin. Fermandarê cendirmeyan jî hat bêdengkirin û bûyer di bin navê şahidê veşartî de ji demê re hiştin.

Bi destê dewletê malbat hemû hat binçavkirin û bêdengkirin. Wekîlê AKP’ê Galip Ensarîoglu got; “Dostên me yên çil salan e, tiştên ku em dizanin hene.” Ev jî diyar dike ku wan mudaxeleyî bûyerê kiriye. Gelê kurd pir baş dizane ku Galip Ensarioğlu û malbata wî li heremê çiqas karê qirêj kirine. Vê malbatê û yên wekî wan Cemaet, terîkat û Hizbullahê di kurdistanê de bi cih kirin. Ji salên 90ʼî ve tiliya van di xwîna bi sedan ciwanan de heye.”

‘Tenê şermizarkirin têr nake pewîstîya bi helwesteke Giştî heye’

Kongra Star banga derketina kolanan û hesab pirsîna kujeran kir û got:“Em weke Kongra Star bang li gelê kurd û gelê Tirkiyê yê bi wijdan dikin ku li dijî vê şerm û êrîşa li ser nirxê mirovahiyê  derkevin û dakevin kolalanan, herwiha li dijî vê siyaseta qirêj rawestin.  Pêwist e weke bûyerên din tenê bi şermezarkirinê ve nemîne. Pêwîste e civak li dijî vê bûyerê helweseteke giştî deyne.

Wehşeta li ser bedena Narîna heşt salî hatî kirin, darbe û êrişeke li dijî nirx û rûmeta mirovahiyê ye; li ser bedena jin û civakê ye. Ev ji bo civak û mirovahiyê şermeke mezin e. Xwedîderketina li van zarokan û eşkerekirina van kiryarên kirêt, xwedîderketina li nirxê civak û mirovahiyê ye.

Kongra Star helwesta gelê amedê a li dijî tecawûzkar û kujeran pîrozkir û wiha got: “Em helwesta gelê xwe yê Amedê pîroz dikin. Ev helwesta gelê Amedê ya li dijî van kiryarên qirêj ên dewleta Tirkiyê ên li Kurdistanê pêwîst e bibe helwesteke civakî ya giştî. Bajarekî wekî Amedê yê xwedî rûmet, pêwîst e li dijî tecawîzkar û qatilan rabe.

Divê piştî vê bûyerê cihê çeteyên Erdogan di Kurdistanê de nemîne. Ev bûyer êrîşeke li ser rûmeta gelê kurd e; êrîşek li ser nirxên me yên civakî ye. Pêwîst e gelê Amedê heta dawiyê li dijî vê şerma ku bi aqilê dewletê hatî kirin, derkeve. Da ku careke din li van axên pîroz, axên xweda û xwedewandan ku textên xwe lê danî, qirêjî neyê jiyankirin, herwiha jin û zarokên me azad bijîn.

Kongra Star hişyarkirîya xwedî derketina zarokan kir û got:”wiha lê zêde kir: “Em wekî gelê Kurdistanê û bi taybet jî gelê Amedê bibin xwedî helwest. Em nehêlin carek din jî dewlet kujerên zarokên me biparêze. Pêwîst e kes zarokên xwe neşîne  quranê di bin denetima dewlet û cemaetan de. Tê zanîn ku dewlet bi salan e ji bo hebûna xwe li Kurdistanê biparêze, olperestên sexte bi kar tîne.

‘Nirxen civakê di bin navê ol de radestî tecawîzkar û çeteyan hatîye kirin’

Nirxên civakê di bin navê ol de, radestî tecawîzkar û çeteyan hatiye kirin.  Pêwîst e gelê Amedê nehêle zarokên wan ji aliyê terîqat û kujeran ve werin perwerdekirin.  Danîna cilên bûkan li ser tabûta Narîna biçûk jî encama çi hişmendiyê ye. Pêwîst e tişta ji bo zarokên keç tê diyarkirin, ne cilên bûkaniyê û kuştinê bin, divê pêşeroja wan azad be.

Bang li Jinan hat kirin ku hesabê vê wahşetê were xwestin û wiha hat gotin: “ Pêwîste e jinên kurd jî hesabê vê wehşetê bixwazin.  Oxirkirina zarokeke heşt salî bi cilên bûkan, ev yek encama çi hişmediyê ye. Divê di kesayeta Narîna biçûk de, em li Kurdistanê rê nedin çete, kujer û dagirkeran.

Kongra Star dîyarkir ku wê xwedî nirxên xwe e civakî derkevin, û wiha bi dawîkir: “Em ê weke Meclisa Kongra Star heta dawiyê mafê jin û zarokan biparêzin. Em dibêjin a ku hat kuştin ne Narîna biçûk e, lê belê  wijdan, nirx û exlaqê mirovahiyê ye. Em ê jî xwedî li wijdan, rûmet û exlaqê xwe yê civakî derkevin.”

 

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button