
Bi sedan jin li ser bangewaziya Kongra Star a Hesekê bi boneya salvegera 2`yemîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana Jin, Jiyan, Azadî meşiyan.
Jinên ji bajarê Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîr tev li meşê bûn û wêneyên Jîna Emînî, alên mor ku “Jin, jiyan, azadî” li ser hatiye nivisandin, hildan.
Meşê ji pêşiya pira taxa Miftî heta Çerxerêya Şehîd Serhed berdewam kir û li wir bi navê Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: “Em silavên xwe yên şoreşgerî ji vir ji qada şoreşa jinan, qada berxwedanê li Rojava ji jinên berxwedêr û têkoşerên li Rojhilatê Kurdistanê re dişînin.”
Jiyan destnîşan kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî yan jî “Şoreşa Keziyan” berdewam e ku Jîna Emînî çirûska wê pê xistiye.
Endama Koordînasyona Kongra Star Semer El Ebdullah jî bi bîr xist ku kuştina Jîna ne wisa bûyereke ji rêzê bû lê rêgeza berdewam a tundiyê ya baviksalariyê li Îranê ya li dijî jinan bû.




