ÇalakîNûçeSlide

Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Li Bajarê Qamişlo Bi Hezaran Kes Meşiyan

Xelkê bajarê Qamişlo bi meşekê girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Meş Bi hildana fîlexa “Bi Sekna Şerê Gelê Şoreşger, Emê Dagirkeriyê Têk Bibin”, “Na Ji Dagirkeriyê re”, bi beşdarbûyîna hemû saziyên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, PYD, Yekîtiya Jinên Êzîdî, saziya malbatê Şehîdan, pekhatêyên Kurd, Ereb Sûryan ,Ermen ,ji 7 salî heyanî 70 salî ,çalakvan ji  dewara sûnî heyanî Çerxereya Şehîd Rubar. her wiha wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û zarokên bi Êrîşên Dewleta Tirk de hatine kuştin hatin Hildan.

Meş li ber çerxereya Şehîd Rubar veguhezî Mıtîngê

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser cangorîyên azadîyê rawestiyan, Cîgirê hevserokê Meclisa cibicîkar ya herêma Cizîrê  Hikmet Hebîb axivî

Hikmet Hebîb bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şerê wê yê li dijî herêmê û wiha got: “dewleta Tirk a dagirker şêweyên cur be cur êrîş li ser herêma me a Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk tîne. bi taybet li ser zarok, sivîl û binesaziyê civakê dike hedef û bi vî awayî terora xwe li ser herêmê bi kuştina Zarok û sivîlan dide pêş xistin.her wiha bê navber her tim di nav hewl danê de ye ku dest dayne li ser proje û destkeftiyên Rêveberiya Xweser.

Piştre Hevseroka Tev-Dem ê Remziye Mihemed axivî

Remzîye Mihemmed di despêka axaftina xwede  li ser Navê gelê Bakûr û Rojhilatê sûrî Berxwedanîya li Îmraliyê silav kir û wiha axivî: “silavekî gerim ji bo xwedîyê felsefeya Jin Jiyan Azadî, Rêber APO ji qada berxwedanê  Qamişlo heyanî girtîgeha Îmraliyê hezar slavan xwe dişînin. Em ne îro tenê di nav şer û gefan de dijîn, beriya her tiştî di şexsê şehîdên swêdiyê tevahî şehîdên tevgera azadîyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin. Xeta wan xeta azadîyê, xeta  serkeftinê ye.

Remziye Mihemed diyarkir ku  dewleta Tirk piştî 2 seatan axaftina ku daxwaziya xwe a aşîtiyê êrîş li ser gelê me, Bakûr û Rojhilatê sûrî Kir û got: “ rojekî dibêje em aşîtî bikin lê belê du seat derbas nabe dîsa êrîşên hovanê li ser gelê me e Bakûr û Rojhilatê Sûrî dide meşandin, komkujian pêk tîne, mebesta ji van êrîşan ewe ku jiyanê li herêmê bide rawestandin binesaziya herêmê talan û wêran dike . Ji bo dijminê daqirker em bi navê gelê xwe dibêjin, sekna me ya îro ku ev  12 û 13 sale di şoreşa Jinê de wê ev sekin berdewam bibe. Wê ev hêz ev berxwedanî çawa  hişt ku hiştin di hevdîtinekê de silavên Rêber APO ji mere were wê tecrîdê jî bişkêne û Azadiya Rêber APO a fîzîkî misoger bike.

Remzîye Mihemed balkişande ser Peyamên Rêber APO e hevdîtina 23ê cotmehê de û wiha domkir: “Ji ber dema Rêber APO dibêje ‘Ger hûn şert û mercan ji min re peyda bikin, ez dikarim çareseriyê bi rengekî demokratîk, Siyasî û Hiquqî bidim ava kirin.’ Raste ger em bi vê seknê her tim li ser piya bin û her tim tekoşîn û asta berxwedanê bilind bikin, emê azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi ser bixin.

Remziye Mihemed wiha dawî li gotinên xwe anî: “berxwedaniya Rêber APO ji bo me bingehe. Heta niha jî tecrîd li ser Rêber APO berdewame. Ji bo vê pêwîste em berxwediya xwe bilind bikin û azadiya Rêber APO tekez bikin û em dibêjin berxwedan Jiyane.

Meş bi diruşmeyên “Berxwedan Jiyane”, “ Bijî Berxwedana Îmralî”, “Bijî Berxwedana Rojava”û “Kujer Erdoqan” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button