
Meclisa Bajarê Şedadê jî bi beşdariya bi sedan şêniyên bajar û xelkên bajarokê Erîşe, Mergeda, Deşîşe û Ebdan meşek li dijî êrişên dagirkeriyê li dar xist.
Girseya meşê ku ji Parka Rêbertî heya ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê meşiyan dirûşmên şermezarkirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.
Meş li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger sekinî û axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêvebera meclisê Îman El Ferec anî ziman ku pergala dewleta Tirk a dagirker bingeha dîktagoriyê ye û sedema qetilkirinên li herêmê ye.
Îman bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide.
Bi navê PYDˈê jî Mihêdî El Dixêm jî bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji dema berxwedana gelên herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞˈê dest pê kiriye.
El Dixêm diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye û piştgiriyê didin QSDˈê.
Di dawiya mîtîngê de dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.




