
Seminer li taxa Nasra li navenda PYD a bajarê Hesekê bi beşdarbuyîna 11 bajarên girêdayî Kantona Hesekê de, Endam û Rêveberiyên Kongra Star, PYD, TEV-DEM, MSD, Eleqetên Eskerî, Ruspiyê Eşîran û Hemû saziyên Rêveberiya Xweser ve pêk hat.
Seminer Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangoriyên Azadiyê hat despêkirin.
Di komxebatê de 2 mijar, Qanuna Malbat û Tundiya Li ser Jinê hat destgirtin. Her wiha Bilançoya 2023/2024 di asta cîhanî de êrîşên li ser Jinê hat ragihandin.
Bilançoya di asta cîhanî de Tundiya li ser Jinê, ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star Ala Îbrahîm ve hat xwendin
Rêjeya tundiya li ser jinan wiha ye:
Welatên Ewrupa
Ewrupa: Letonya û Danîmarkayê ji sedî 30, Swêd ji sedî 28, Norwêc ji sedî 27, Hollanda ji sedî 25, Belçîka ji sedî 24, Almanya ji sedî 22, Îtalya û Yewnanîstan ji sedî 19, Japonya ji sedî 15 ye.
Gorî daneyên wezîrê karê hûndir yê Fransayê di nava salê de 222 hezar bûyerê tundiya di nava malê de hatine jiyîn. Li Brezîlya 1 milyon û 200 hezar bûyerên tûndiya nav malbatê hatine jiyîn.
Rojhilata Navîn
Rojhilata Navîn di pêkanîna adaleta jinan de herêma herî binkeftî ye, ku dewletên wekî Îran, Urdin, Qûwêyt, Filistîn, Qeter, Sûriyê û Yemenê balê nakşîne ser yasayên sûcên li hemberî jinê bi taybetî sûcên destdirêjiya cinsî
Li beramberî vê welatên ku herî zêde ji bo jinan xeter in, Efxanistan, Yemen, Efrîqa navîn û bakurê Sûdanê, Sûriye, Somalî û Iraq e. Li van welatan ji her 5 jinan yek jin rastî tundiya hevjînê xwe hatine. Her ji 10 jinan 6 jin jî nêzî cihê şer û pevçûnan jiyan dikin.,
Welatên Ereban: 37 jinên Ereb di jiyana xwe de rastî yek ji cureyên tundiyê hatine. Ji sedî 14 ji keçên welatên Erebî di jêr temenê 18 salî de hatine zewicandin.
Yemen: li Yemenê di şerê salên derbasbûyî de zêdetirî 1000 jin hatine kuştin, zêdetirî 18 hezar jin birîndar bûne.
Sûriyê: li Surîyê zêdetirî 6 milyon jin ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe koçber bûne.
Sûdan: li Sudanê gelek raporên ji bo Netewên Yekbûyî hatine rêkirin, tê de çalakî û buyerên destdirêjiya komî hatiye belge kirin, ku di enacama wê de bi dehan jin jiyana xwe ji dest dane. Piştî van bûyeran gelek jina jî xwe kuştine.
Urdin: li Urdinê hêjî yasayên ku zewaca di temenê biçûk de destek dike hene, yasaya Urdinê rê dide keç di temenê 15 saliyê de bidin zewicandin.
Iraq: li Iraqê ji sedî 70 jin rastî tundiya fîzîkî û cinsî tên
Turkiy: li Turkiyê 2024 an de, di nava 9 mehan de tenê 319 jin hatine kuştin, 184 jin jî bi guman mirin e. Di sala 2023’an de jî 315 jin hatine kuştin, 248 jin jî bi guman mirin e.
Bakûr û Rojhilatê Surî: Dema em dibêjin şoreş em bîrnekin ku hîna ev şoreş berdewam e. Ji bo wê jî di asta bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî her awayî binpêkirina mafên jina têkoşîneke dijwar jî tê meşandin. Di şexsê jin de dixwazin exlaqê civakê birûxînin. kêlakê vê rewşa şer ya li heyî jî exlaqê civakê de xirabûnekê pêşdixe. Di gelemperiya bûyerên întîxar qewimîne. 15 jin hatine kuştin û teşebûsê kuştina 20 jinan hatine jiyan kirin. Di nava van bûyeran de 20 jin ji kuştinê hatine rizgarkirin. Dîsa gorî daneyên fermî 8 jin rastî îşkence û tundiyê hatine. 2 jin aliye cînsî rastî êrîşê hatine. bakur û Rojhilatê Sûriyê de gorî daneyên fermî yên hatine berhev kirin di 8 mehê dawî ya sala 2024 yan de 16 tecawûzkirin û 1 jin jî hatiye revandin.
Li Heremên Dagirkirî (Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî)
Gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê di pênc salên dawî de dagirkeriya Dewleta Tirk û komên çete li Efrîn ê; 1000 jin hatine revandin, 99 jin hatine kuştin, 9 jin xwekuştine, 74 jin jî hatine tecawûzkirin. Li Serêkaniyê qasî agahiyên hatine bi dest xistin 11 bûyerên tecawûzê qewimîn e. Ji vana 5 zarokên keç in. 86 jin hatine girtin û 7 jin jî hatine kuştin. 56 zarok jî hatine girtin.
Giştî Cîhanê
Di gelemperî cihanê de 2022’an de 89 hezar jin hatine qetilkirin. Sedî 55 ango 48 hezar û 800 ji van jinan ji aliyê hevjîn an jî bav û bira an jî mêrên ji xizmê xwe ve hatine qetilkirin. rêjeya tundiya ku li ser jinê tê kirin digihije ji sedî 70.
Li gorî daneyên UNICEF’ê di gelemperiya cîhanê de 370 milyon jin û zarokên keç yên di bin 18 salî de, ev jî qasî Encamên daneyên fermî yê hatine berhevkirin e, yan hatine tecavûzkirin an jî rastî êrîşên cinsî hatine. 700 milyon zarokên keç di bin temenê 18 de hatine zewicandin. Ji aliye saziya alîkariyê a Save the Children de hat eşkere kirin ku her ji 7 saniya carekê zarokeke keç tê zewicandin.
230 milyon jin û zarokên keç hatine sûnetkirin. 8 milyon zarokên keç winda bûne an jî hatine revandin. li Amerîkayê 558 hezar û 899 zarok, Li Awusturlyayê, 13 hezar û 400, Fransa 160 hezar. Almanya 16 hezar û 375 Îtalya , 6 hezar û 857 zarok rastî destdirejîyê hatin. sedî 89 ji van zarokan, zarokên keç in. Dîsa ji van zarokan sedî 69 zarokên penaber in. Her sal li Awrupa nêzî 300 hezar zarok winda dibin an jî tên revandin. Li gelemperiya Awrupayê rêjeya hevberdanê İspanya; sedî 65, Fransa; sedî 55, Rusya; sedî 51, Amerîka; sedî 46, Almanya; sedî 44, Brîtanya; sedî 42 ye. Welatê herî kêm hevberdanê lê tê jiyîn sedî 1 Hindistan e.
Di gelemperiya cîhanê de welatê di tundiya li ser jinê de asta herî bilind sedî 85 Pakîstan e.
Piştî xwendina nivisa di derbarê tundiyê de hatibû amadekirin hat xwendin, Berdevka Mala Jin Rîma Mahmud axivî
Rîma Mehmûd di derbarê tundiyê de bertekên xwe wiha anî ser ziman: “di nava şoreşa Rojava a jin de ruxmi hewildanên dewletên Mêrperest ku dixwazin dest bi avêjin nirxên şoreşa Rojava û civakê durî ehlaq û pîvan bike jî bi qasî wan dewletan ewqa bi tundiyê re rû bi rû nehatine, ji ber ku gelê me bi felsefeya Rêber APO ve di ferqa êrîşên mêrerest, baviksalarî de ne ku êrîşên wan vala derdixin.”
Rîma balkişande ser Tundîya li ser Jinên welatên derve û got: “li welatên derve jin bi hejmareke zêde bi tundiye û ji mafên xwe bêpar dimînin di heman demê de gelek jin xwedî astên bilindin û dikarin bibin xwediyê wê rol û seknê ku mafên civakan û jinan biparêzin û temsîla edaletê bikin lê belê ewjî herdem rê li ber wan tên girtin û bi tundiyê re rû bi rû re dimînin,”
Rîma mehmûd bal kişand li ser rola mala jin di hundurê bakur û rojhilatê suriyê de ku di aliyê hêza cewherî û (Yekîtiya Parastina Jin) YPJ her wiha hêza ewlekariya hundurîn ku bi her awayî ev dibin xwedî roleke mezin ji bo parastina Jin ji tundiyê.
Rîma balkişande ser berxwedanîya Jinan a li çiyayên Kurdistanê û wiha pêde çû: “li çiyayên azad jin bi salane di nav artêşbûna jin de ji bo azadî û parastin û jiyaneke bi ewle di nav her şert û mercan de şer dikin û li berxwedidin. ev çend salin li rojavayê kurdistanê gel ji zext û êrîşa dijminan li welatê xwe koç dibin. di serî de jin û zarok bi van êş û zehmetiyan re rû bi rû dimîne û jiyana wan dikeve nava xeteriyê ji hemû mafê xwe bê par dimîne .”
Rîma Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi nêzîkatiya welatên navneteweyî kir ku mafê miroviyê ve di leyizin û ev jî dibe sedema ku jin zarok û bi tevahiya civaka Bakur û rojhilatê Suriyê di bin her şêweyê tundiyê bijîn.
Rîma balkişande ser fikirê rêberê gelan Abdullah Ocalan û wiha got: “Ti kesi parastina me nekiriye derveyî Rêber APO, îro em xwedî şoreşekê bin û em xwe di parêzin se ev bi fikra Rêbertiye, Rêber Apo gava ji alîyê Komlogeran ve hat revandin got ‘Projeya min a jinê nivço ma lê ez bawerim wê Jin bi tekoşîna xwe ve projeyamin temam bikin’ emê jî li xwedî vê bawerîyê derkevin û bi avayekî xurtir şoreşa xwe di gîştî cîhanê re bidin nasîn.
Piştre Rîma Mehmûd deriyê nîqaşê li pêş beşdarvanan vekir
Her wiha beşdarvan endamê Rêveberiya Meclisa Rusipiyên Kantona Hesekê Ekrem El-Mehşûş jî di derbarê rewşa tundiyê a li ser herêmê wiha şîrove kir: “Projeya Rêveberiya xweser hemû pilanên dijmin yê desthilatdariyê bi bin xist û vala darxist. di nava herêmên di bin rêveberiya xweser de xwedî cih û maf e ku di nava her saziyeke civakî ,siyasî û leşkerî de cihê xwe digre, xwedî nirxe. ji ber ku civaka li herêmên bakur û rojhilatê suriyê bi her derfetê de li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û ji hişmendiya desthilatdar û tundiyê re êrîşên desthilatdariyê vala derdixe ..
Her wiha Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Nahid Silêman di derbarê tundiyê axivî û wiha got: “Ger di cihekî weke bakur û rojhilatê kurdistanê tê jiyîîn ev tê vê wateyê dest avêtina jin û tundiya li ser civak û jin dana mezandin ,destavêtina nirxên şoreşa rojavaye tundiya ku li ser jin têê meşandi gelo tirsa ji jin e ji rastiiya jin e ji asta siyasî ya jin e yanjî hişmendiya heyî ya ku ji aliyên dewletên desthilatdar ve hatine çandin û di civakê de tê meşandin.
Nahid bal kişand ser hevoka RÊBER apo û got: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘azadiya jin avakirina civakeke azad e ,avakirina civakeke azad tê wateya avakirina civakeke demokrat û azad’ ger îro li hin deveran ji jin re cih tê dayîn ew jî bi xwe perwerdekirina li ser fikir û felsefeya Rêber Apo hatiyê bi serxistin, lê em vê jî paşguh nekin ku ji dervî Rêber Abdullah Ocalan tu kes û sîstemên desthiladar rê li pêşiya azadiya jinê venake lewra divê jin bi hêz ,yekîtî û xwe rêxistinbûna xwe azadiyê bi dist bixe.
Nahid bal kişand li ser rewşa jin a beriya şoreşa Rojava û piştî şoreşê û wiha pêde çû: “Jin civak di dema ku di bin siya rêjîmên desthilatdar de jiyan dikirin bi tenê makîneya zarokanînê xizmetkara malê û bi daxwazê mêr û hişmendiya civaka ku bi desthilatdarî û mêrperestî ve hatiye honandin ve dihat jiyan dikir. Lê piştî şoreşa rojava ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê hat li ava kirin, cih û nirxê jinan hat guhertin jin bû siyasetmedar, pêşeng, rêvebir û cihê xwe di her qadên kar û jiyanê de girt ku îro jin nûnera şoreşa Rojava ye. Lê belê hîn jî tundî berdewam e. Li vir tişta herî girîng ewe ku jin xwe nas bike ku di dîrokê de xwedavend bû xwedî cih û nirx bû, lewra divê ku jin li ser vê bingehê xwe bizane hêza xwe nas bike û li ser vê xwe naskirinê têbikoşe.
Endama Rêveberiya Kongra Star Nahid silman di dawiya axaftina xwede soza ku ewê di çarçoveya çalakiyên 25ê mijarê bikaribin bibin hêza xwerêxistinbûnê û hevgirtina jinan daku her şêweyê tundiyê vala derxînin. Li vir her çendî jin di nava herêmên bakur û rojhilatê suriyê xwedî roleke mezine ku dikare xwe ji her şêwazê tundiyê rizgar bike ,lê di serî de ew jin pêwîste xwe bi rêxistin bike û asta xwe ya zanistî bilind bike
Beşdarvana Rêveberiya Asayîşa Hesekê Cemala Hesen eşkere kir ku zilamên serdest bi riya tehtîden re dixwazin Jinê bin bixin û wiha got: Gava em pirsgirîkên Jinan dişopînin di bin de destê zilam derdikeve. bi gelek tiştên ku ne riya rast de ne, bi tehtîden re em dibînin di bin de dîsa zilam derdikeve. Em van êrîşan çawa ku li ser xwe qebul nakin, em li ser ti Jinan jî qebul nakin û emê nehêlin zilamên bi hişmendiya mêrperest de xwe nezî Jinekê bike.




