
Civîn li Tilgirah navçeya Ehrezê a Şehbayê li ber navenda Kongra Star, bi sedan Jin û Mêr bi kelecaneke mezin ve beşdar bun. Hola civînê bi wêneyên Rêberê gelan Abdullah Ocalan Ve xemilandi bû.
Piştî deqeyekî rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê civîn ji aliyê Komîteya Perwerdê a Kongra Star Sozdar Hec Xelî ve hat despê kirin
Sozdar Hec Xelî balkişande ser êrîşên li ser jinan ku ji aliyê pergala Mêrperest ve û li hemberî vê tekoşîna Jinan û dîyarkir ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve bilind dibe.
Bîlançoya 2023/2024 di asta cîhanî de êrîşên li ser Jinan ku di hemû Çalakiyên Bakur û Rojhilatê Surî de hatiyi xwendin, di civînê de jî Endama Mala Jin Fîdan Elî ve hat xwendin
Piştre Niqaşên beşdarvanan derbarê Bîlançoya hatiyî xwendin de pêş ket ku beşdarvanan bertekên xwe e tund raber kirin.
Civîn Bi diruşmeya ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.




