
Şenî li kantona Firatê li Qada Jin a Azad a bajarê Kobanê li hev kom bûn û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan. Di meşê de Wêneyên Rêber APO ala Kongra Star û wêneyên Şehîdan hatin hildan û bi diruşmeyên “Jin, Jiyan, Azad” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin qîrîn.
Meş li ber Qada Aştiyê veguhezî Mitîngê.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyan Azadiyê, Cîgira Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.
Mizgîn Xelîl Jinên tekoşer ku ji uxira Azadiyê de şehîd ketini bi bîr anî û wiha got: “Ji hersê xwişkên Mêrebal û heta têkoşerên jin ê ku bi xwîna xwe destan afirandin, wek jin em ê asta têkoşîna xwe heta dawiyê bilind bikin. Emê bi berxwedanîya xwe we xewn û xeyalên Asya, Ronahî, Gulîstan û Hêroyan, pêk bînin.
Meş bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.




