
Meş bi pêşengtiya bi beşdarbuyîna bajarên herêmê Firatê pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan û Êzidiyan ve bi sedan Jin û Mêran ve li qada Şehîd Egîd dest bi Çalakiyê kir. Beşdarvanan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Ala Kongra Star û pankartên bi nivîsa “Na ji qetilkirina jinan re”, “dagirkirina tundî ya herî mezine a li ser jin û xwezayê ye” , “tundîya li ser jin ,qirkirina civakê ye” , “bi tekoşîna domdar emê bighêjin azadiya Rêber Apo” ber bi qada Jina Azad ve meşiyan.
Meş li ber qada Jina Azad veguhezî Mitîngê
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên Azadiyê, Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş axivî
Peyman Eloş tûndiya li ser Jinan Derûnî, Civakî, Fîzîkî, Siyasî û Huquqî tê kirin, şermizarkir û destnîşankir ku piştî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azadiya Jinan kiriyê stûna bingehîn a paradîgmaya xwe, Jin bi hêztir buye û dîyarkir ku ji bo civakêk azad û aştî divê hemû civak piştgiriya jinan bike.
Peyman teqez kir ku wê bi fikrê Rêberê gelan Abdullah Ocalan ve di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bikin yek û wê bighînin tevahî jinên cîhanê re û ji bo cîhanê bibin mînak.
Peyman Eloş bang li Rêxistinên Mafê Mirovan yên Navneteweyî kir ku ji bo Jin Mafê xwe bi dest bixwe û Civakek aşti û azadî ava bike, bikevin nava hewldanê de.
Meş Bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” Bê Serok Jiyan Nabê” bi dawî bû.





