DaxuyanîNûçeSlide

Desteya Jin Qetilkirina 4 jinan 3,ê jê Endamên Kombûna Jinên Zenûbiya Şermizar kir  

Desteya Jin a Kantona Firatê qetilkirina 4 jinan, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin Di êrişên li ser kantona Minbicê de 4 jinan, Qemer El Sod, Ayşa Ebdulqadir û Îman Şehîd, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Her wiha êrîşa li ser pira Qereqozaq de jî jina bi navê Zahîde Jiyana xwe ji dest da.

Daxuyanî li Bajarê Kobanê li ber Xada Jina Azad  ji aliyê berdevka Desteya Jin Awaz Mele Bozan ve hat xwendin.

“Dewleta tirk a dagirker di demên dawiyê de êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatî suriyê zêde kir ; di encama van êrîşan de bi hezaran malbat ji herêmên rêveberiya xweser koçber bûn û zêdetirî 32 hezar malbat di bin dorpêçê de man ; ev malbatana rastî zilm û zordariya çeteyên dewleta tirk a dagirker bûn;

Daxiyaniyê da zanîn ku dewleta Tirka daqirker şoreşa Jin ji bo xwe xeterî dibîne û got: “Em dizanin faşîstên Tirk şoreşa Rojava û projeya netewa demokratîk ya ku bi rêveberiya jina azad dest pê kir xeterî li ser hegemoneya xwe dibîne,  ji bu wê jî dagirkeriya tirk jina rêveber û siyasetmedar hedefdigire.”

Her wiha daxiyaniyê balkişande ser lehengiya 3 Jinên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatini qetilkirin û wiha pêde çû: “Dewleta tirk û çeteyên wê dev ji sûcên xwe yê hovane bernadin bi taybet di van êrîşên xwe yê hovane jinan dikin hedef ku
di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Minbicê de 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn. Her sê hevrêyên me bûn nimûneya fedakariyê ku li hember mirinê bi lehengî û israr sekinîn.”

Şehadeta van hevrêyan dê bibe destpêkeke nû ya wefadarî, bidestxistina azadî û serxwebûnê. Girêdayî wê çeteyan êrîşî pira Qereqozaq jî kir di encamê de jina bi navê Zehîde jiyana xwe ji dest da.”

Daxiyaniyê gundên ji aliyê Dewleta Tirk ve hatini hedef girtin destnîşankir û wiha got: “Her wiha gundê musteriha, sefiya û ceida yên girêdayî kantona firatê rastî êrîşên cuda ji aliyê çeteyên Dewleta Tirk ve bûn û di encama van êrîşan de piranî jin û zarok bune qurbanî.

Di van bûyeran de yên ku herî zirar dîtin jin in , çeteyên ku êrîşî bajarê minbicê kirinî yên bi nave Emşatan jin ên hêzên ewlekariya hundirîn (ASAYÎŞ) Êsîr girtin.

Ev komkojî li ber çavê hemo cîhanê tên kirin lê bêdengiyeke mezin tê jiyin, Jin ne tenê herêma Bakur û Rojhilatê Suri li tevahiya suriyê, bi armanca çewisandina nasnameya Jin û binpêkirina şoreşa wê, tê Hedef girtin.

Daxiyaniyê bang li Hêzên navneteweyî kir û got: “Di dawiyê  de  em wekî Desteya jin ya kantona firatê bang li civaKa navnetewî  dikin ku bi lez êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma bakur û rojhilatê suriyê bi dawî bikin
û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.

Daxiyaniyê teqez kir ku wê li ser xeta Şehîdên xwe berxwe bidin û wiha dawî kir: “Her wiha em soza berdewamiya xeta berxwedanê didin Şehîdên xwe, bi taybet Şehîdên jin.”

 

 

 

Related Articles

Back to top button