
Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê li Qada Jina Azad a Bajarê Kobanê hatin gel hev û bi meşekê êriş û metirsiyên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê şermezar kirin Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedan QSD`ê” û “Bimire faşîzm” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên Şehîdan hatin hildan.
Meş li Qada Şehîd Egîd sekinî û veguhezî mitîngê.
Piştî deqeyekê rêz girtinê li ser cangorîyên azadiyê Hevserokê Meclisa TEV-DEMˈê ya kantona Firatê Enwer Mislim axivî.
Enwer Muslim diyar kir ku bi êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirekr û ketina rejîma Baasê re pêvajoyeke nû dest pê kir. Her wiha Muslim anî ziman ku divê hêzên Koalîsyona Navneteweyî zêdetir erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Enwer Mislim da zanîn ku Kurd beşeke esasî a Suriyê ne û dîyarkir ku ew daxiyaniyên hukimeta Suriyê a Demkî êrînî dibînin û wiha got: “Em beşeke sereke ya Sûriyeyê ne. Divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Em daxuyaniyên rayederên hikumeta demkî ya Sûriyeyê erênî dibînin ku dibêjin Kurd beşeke esasî ya Sûriyeyê ne. Lê divê ev yek li ser erdê pratîk bibe û Divê êrişên li dijî herema me têne kirin werin rawestandin. û Koalîsyona Navneteweyî erka xwe bi cih bîne.”
Meş Bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana QSD` û ‘Berxwedan Jîyan e’ bi dawî bû.




