Meş’a bi Bîranîna Pêşengên Şoreşa Jinên Azad Şehîd Sara, Fîdan û Leyla
Jinên bajarê Hesekê di bîranîna salvegera 12'emîn şehîdên yekemîn ê komkujiya Parîsê de, Berdewamiya şopandina Rêya Şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez Teqez Kirin û diyarkirin ku ew afrînerê azadiyê ne.

Hejayê gotinêye ku: Jiyaneke tijî Şer û Tekoşîn heqîqeta hebûn-xwebûnê ye. Yên ku xwe di nav vê rastiyê de helandine bûne petên agirê azadiya jinên Kurd û heta tevahî jinên cîhanê bi taybetî jî di nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku xwe dispêre ekolojî û azadiya jinê li her derê belav bû ku li hemberî pêkanînên Faşîzmê ê herî hovane yên li dijî gelê Kurd û taybet jinan, Rûpelên dîroka Kurdistanê û tevlîbûna jinan di nava refên Azadiyê ên li azadî û rizgariya ji neheqî û koletiyê ye.
Em gelek tişt li ser jinên têkoşer fêr bûn. jinên ku canê xwe feda kirine û ked û berxwedaniya xizmeta doza xwe kirine. Her yek ji wan tiştek heye ku wê ji yên din cuda dike û tevî wekheviya armancan, her yek ji wan nîşana xweya taybet heye.
Ya herî bibandor ji wan têkoşer û berxwedêran jî Fermandar Sakîna Cansiz bû ku yekemîn jina Kurd bû endama navendî ya fermî ya Partiya Karkerên Kurdistanê de û bi têkoşîn û berxwedana xwe dest bi meşa şoreşgerî kir. Xebatên rêxistinî, siyasî, leşkerî de. Jina Tekoşer Sakinê 11 salan di girtîgehê de dimîne Di salên 1980’yî de piştî derbeya leşkerî a 12 îlonê di zindana Amedê bû ku ev zindan bi şêweyê îşkenceyên herî hovane û dijî mirovahiyê navdar bû ku Esat Oktay Yildiran yek ji îşkencekarê vê zindana îşkenceyê bû. Dema ku bi fermanên Esat Oktay li ser wê îşkenceyên herî giran tê pêkanîn û daxwaz dikin ku ew xwe radestî wan faşîstan bike, jina şoreşger Sakîne Cansiz (Sara) di şexsê Esat Oktay de tif dike li ser rûyê hêzên faşîst ên dijî civaka bi rûmêt û exlaqî.
Di dîrokê de gelek Jinên têkoşer hene, lê şehîd Sakîne Cansiz şoreşgera yekemîn e ku mohra xwe ya dîrokî li hemû qadên Rêbertiyê hiştiye, di nava şert û mercên dijwar de Jin fêrî ramana wê ya şoreşgerî bûn, nirxên ku li ser mirovatiya bindest û wateya jiyankirina gelê Kurd di kesayeta wê bandorek mezin di cîhanê de çekir ku bi rêya wî re fêrî wateya jiyanê bûn.
Berxwedan bi serê xwe pirtûkek têkoşînê ye û felsefeyek e ku bi zehmetiyên jiyanê re têdikoşe û çawaniya derbaskirina wan û veguhertina wan bibe pirek ku jê re derbasî cîhana azadiyê bibin, bi her awayî teslîmiyetê red dikin. Şehîd Sakîne Cansiz ango “Sara” ku navê afirandinê ye, ji ber têkoşîna xwe bû rêya hemû nirxên bedew ên edalet, heqîqet, wekhevî, wijdan, azadiya bi rûmet. tevgera azadîxwaz a jinên Kurdistanê di nava ked berxwedanî û tekoşînê de gihaşt îro.
Bê guman dê ti caran qal kirina Sakîne Cansiz têr neke. Dîrokeke têkoşînê ye ku em ê bi gotinan ti carî nekarin heqê wê Berxwedaniyê bidin. Bi Rêberî, têkoşîn, şoreş û berxwedanê ve jiyaneke têr û tijî şere ku ti peyv terê nakin, ji hemû hevok werin gel hev wê hemberî jiyana wê ya tujî Şer kêm bimînin felsefeya jiyana wê a azadî û berxwedanê li dijî mêtîngerî û teslîmiyetê wê ti rûpel têre nekin.
Di 9’ê Çileya 2013’an de dîroka mirovahiyê tu carî ji bîr nake, mîna berdewamiya komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1999’an ji aliyê nîjadperest û hêzên faşîst ên Tirk li Parîs a Fransa’yê nêzî Enstîtuya Kurdî bi komployek namerdane li dijî pêşenga sosyalîst, azadîxwaz a jin û gelên Kurdistanê Sakîne Cansiz, endama KNK a Parîs ê Fîdan Dogan, (Rojbîn) endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî), bi destê tetîkeşê MIT’ê Omer Gunay ve êrişê sûîqastê hat pêkanîn. Omer Gunay Piştî bûyerê bi rojan hat girtin, ji bo dosyaya dozê bigire û sûcê veşêre bi avayekî plankirî ji aliyê Tirkiyeyê ve di girtîgehê de hat kuştin, ku ev tirsa wan a li hemberî Jinan nîşan dide.Têkoşîn û berxwedaniya jinan ne hêsan e, ji ber ku bi gelek xetereyan dagirtî ye, lê dihese ku civakek saxlem heye. Bi ramanên jinên hişmend û têkoşer û bi îrade, berxwedaniya fedaî û wêrekiya wan hatiye avakirin û ji bo hemû jinên Rojava, Kurdistan û cîhanê dibe mînak. Sakîne Cansiz ji bo Jinên Rojhilata Navîn hêviyeke.
Jinên bajarê Hesekê di meşa ku ji aliyê Kongra Star ve li kantona Hesekê hatibû organîzekirin, Şehîd Sakîne Cansiz (Sara) û her du rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr anîn. Bi dehan jinên bajarê Hesekê û hemû tevger û rêxistinên femînîst li çerxereya Kevokê a taxa Tel Hecerê heta Çerxereya Şehîd Serhed a taxa Muftî ya bajêr meşîyan.
Beşdaran bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan berz kirin, wêneyên pêşenga Sakîne, Leyla û Fîdan bilind kirin.
Meş li çerxereya Şehîd Serhed veguhezî mitîngê
Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo axivî. Şêraz destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya diyarkirina çaranûsa jinan e û wiha got: “Îro em di salvegera komkujiya Parîsê de qetilkirina têkoşeran şermezar dikin. Hewldanên siyaseta desthilatdar bi hedfgirtina pêşengên jin heye, ev tê wateya berdewama siyaseta tunekirina nasnameya jin. Pêşengtiya jin û hêza wê wekî bendavek li beramberî siyaset û pêkanîna berjewendiyên wan e. Yê ku komkujiya Parîse pêk anî, dewleta Tirk e. Îro jî endama Kombûna Jinan a Zenûbiya kir hedef. “
Şêraz Hemo di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman ku gel fêrî azadiyê bûye û wiha got: “Jinan tama azadiyê dîtiye, lewma jin êdî siyasetên çewsandinê qebûl nake. Jinan di bin projeya neteweya demokratîk de xwe birêxistin kirin û helwesta xwe nîşan dan. Hêz û îradeya jinan ji mirinê mezintir e, lewma me xeta berxwedanê bijartiye û em ê li ser vê xetê dewam bikin. Em bi dilgermî berxwedana Bendava Berxwedanê silav dikin û piştgirî didin wan. Em di pêvajoyekek hesas de ne ku ewe tê de çaranûsa jinên azad were diyarkirin. Em ê çaranûsa xwe bi ked, têkoşîn û îradeya jina azad ava bikin. Eger îro dinya behsa Sûriya nû dike, gerek jina azad xwedî rol be. Sûriyeke nû û demokratîk, bê hebûna jinê nayê avakirin û nayê qebûlkirin.”
Di berdewama mitîngê de li ser navê Meclisa Jinan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îlham Mustefa jî axivî. Îlham Mustefa wiha got: “Têkoşer Sakîne û rêhevalên wê mîrasek ji bo hemû jinan in. Yê ku ronahî da rêka me, ked û fikrê wan ên azad e. Lewma em şopdarên xeta wan in.”
Miting bi dirûşma “Şehîd namirin” bidawî bû.




