Damezrandina Kongra Star: Ji bo jiyîna her Kêliyek Azadî 20 Salên Tijî Tekoşîn û Berxwedanî
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera damezrandina Kongra Star ku 20 salên Tekoşîn û Berxwediyê Dagirtî li Tevahî Jinan Pîroz Kir û got ji bo Azadiya Jinên Tevahî Sûriyeyê û cîhanê wê Tekoşîna xwe Bilind Bikin.

Hejayê gotinê ye ku Rêxistina Kongra Star Li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan de weke Yekitiya Star di 15`ê Çileya 2005`an de hat damezrandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û berfirehbûna kombûna jinan ve di 25`ê Sibata 2016`an de navê Yekitiya Star veguherî Kongra Star. Ji bo pêkanîna armancên xwe, li ser 12 rehendan mîna komîteya perwerde, ekolojî, aborî, civakî, têkilî û tifaqên demokratîk, tenduristî, çand û huner, ragihandin, darayî, siyasî, parastina cewherî û hiqûq (dad) bi rêxistin dike. ku kar û projeyên cihêreng pêş dixe. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de gelek destkeftî bi dest xist û dixe.
Kongra Star tevahî civak û taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz dike û pêşengiya şoreşa 19`ê Tîrmehê dike. ji bo hemû pêkhateyên herêmê bi taybet jinan mînaka rêxistinbûna partiyên siyasî, jinan û rêxistinên sivîl e ku îro jin di pêkanîna peymana civakî, xebatên komûn, meclis û kantonê de rola pêşeng dilîzin. Kongra Star bi fedakariya jinên pêşengên xwe re pêvajoyekî bi têkoşînê dagirtî li pey xwe hişt û bi vê tekoşînê re xwe gihande tevahî Jinên azadîxaz, êşiyayî û bindest ku îro buye nasname ya tevahî Jinan.
Di metna daxiyaniyê de wiha hat gotin:
‘Bi Felsefeya JIN JIYAN AZADÎ Tekoşîn û Berxwedan’
Kongra Star savegera 20’mîn damezrandina Kongra Star hemû Jinan re pîrozkir û berxwedaniya YPJ ku li hemberî daxirkeriyê li bendava Tişrîn û Qereqozaxê berxwe didin silav kir û wiha got: “Bi wesîleya 20 e mîn salvegera damezrandina Kongra Star em li tevahî jinên bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ li tevahî qadên azadiyê tekoşîn û berxwedanê didin meşandin pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em berxwedana şervanên Yekîneyên parastina jinan / YPJ / li bendava tişrînê û pira Qereqozagê silav dikin.”
‘Bi Meznahiya Êrîşan Asta Tekoşînê jî Xurtir dike’
Kongra Star balkişande ser berxwedaniya Gel a li hemberî Êrîşên hovane û got: “Di sala 2023 yan de herêm û gelên bakur û rojhilatê sûrî li hember êrîşên pir dijwar, berxwedanek bêhempa a dîrokî nîşan daye, bêguman berdêlên mezin di encama van êrîşan de hate dayîn.”
‘Soza Şopandina Rêye Şehîdan’
Kongra Star hemû şehîdên di oxira Azadiyê de bi fedakariyeke mezin rihê xwe feda kirine bi bîr anî û soza şopandina riya wan da û wiha lê zêde kir: “Di şexsê sembolên azadiya jin de rê heval Sakîna cansiz, fîdan dogan, Leylal şaylemez,Evîn guyî, Sêvê, Bakîze,Fatma her wiha şehîdên berxwedana bendava tişrînê sozdar Cihad, Cîhan Belkîn , Kerem el Hemed, Qemer,Tolvîn Şahîn, Ebîr Elhuseyen, Ronahî, Mizgîn her wiha Di şexsên leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan şehîd Zeyneb Saroxan, Rîhan Şiwêş, Yusra Derwîş, Gulê Selmo, Diya Hogir, zehra berkel em biminet rê hevalên xwe bibîr tînin û soza pêkanîna xevn û xeyalên wan û şopandina riya wan dûbar dikin.”
‘20 Salên ji Tekoşîn û Berxwedan ê re Dagirtî’
Daxiyaniyê Diyarkir ku Kongra Star 20 sal bi tekoşîn û berxwedaniyê dagirtî li pêy xwe hişt û wiha domand: “Kongra star 20 sal ji tekoşîn, berxwedanî, qehremanî, fedekarî li hember tevahî hişmendiyên Netewperest, Olperest, Zayendperest û dagirkeriyê berxwedanek dîrokî di sedsala 21’ mîn de, bi feraseta hebûn û şerê gelê şoreşgerî xweparastin esasgirt û meşandin.”
‘Kongra Star bi Pêşengtiya Şoreşa 19’ê Tirmehê ve bû Cihê Hêvî û Çareseriyê’
Daxiyaniyê got ku bi pêşengtiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê a Bakur û Rojhilatê Surî ve Kongra Star bû Mohr, Reng û denge tevahî Jinan û wiha rêz kir: “Di salên demdirêj ji bo gihandina tevahî jinan bi erk û misyoneke mezin girt ser milê xwe ta ku pêşengtiyê ji bo tevahî jinan bike, berhemên vê tekoşînê bi çirûska şoreşa 19 tîrmehê ku Kongra Star bi pêşengiya jinên kurd edî asta xwe gihandina tevahî jinan de wek jinên Ereb, Suryan, Çerkes, Ermen, Êzîdî bû cihê hêvî û çareseriyê.”
Ev yek ji bo tevahî jinan bû hêviyek her wiha awantejekî mezin ku her netew û pêkhate rêxistinên xwe avabikin, destkeftiyên şoreşa jin biparêzin. Em dikarin wiha bi nav bikin ku ev mûzayika jinên bakûr û rojhilatê sûrî bi Konfedralîzma Demokratîk ya Jin bû bersivek li hember qirkirina jinan.
‘Emê Êrîş û Kiryarên Qirêj ê Dewleta Tirk bi Tekoşînê Vala Derxînin’
Kongra Star teqez kir ku wê li hember hemû êrîş û kiryarên dewleta Tirk berxwe bidin û serkeftinê misoger bikin û wiha pê de çû: “Di dirêjahiya 14 salên aloziya sûrî bênavber êrîş li ser heremên me di aliyên din ve bi riya belafirên bêmirov pêşeng û endziyarê şoreşa me ji aliyê dewleta tirk ya dagirker ve di hatin hedefgirtin, bi hezaran gel, jin, zarok û astendar, bi pîlanên qirker taybet di aliyê şehba de gelek rêbazê tundiyê li ser jinan dane meşandin, li hember tevahî kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wan bi sekina jina azad em ê tekoşîna xwe mezin bikin û pîlanên wan val derxînin.
‘Ji Yêkitiya Star heyanî Kongra Star Tekoşîna Bê Navber’
Her wiha Kongra Star diyarkir ku li dijî binpêkira mafê Jinan ji aliyê rejîma baasê ve ji Yêkitiya Star heya Nî Kongra Star tekoşîneke bê navber hat meşandin û wiha lê zêde kir: “Di nava dawiya salê de rizgarkirina sûriyeyê ji destê Baasê gaveke girînge di dîroka me de, ji ber bi salên demdirêj tekoşîna me li hember hişmediya Baas ku ne dihişt jin bi azadî nefes bigrin û bi nasnama xwe ya netewî jiyan bikin her wiha mafê jinan di destûrê de nehate parastin, jinan nikarîn bi awayekî serbixwe xwe bi rêxstin bikin. Lewme Kongra Star di demên ku ev hişmendî xwe li ser îradeya jinan ferz dikir bi navê Yekîtiya Star hate avakirin ku bibe bersiva demê ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev ku di vê jiyanê de maf, hebûn, nasnameya jin were parastin.”
‘Jinan Xwe Perwerdekirin û Rêxistinkirinê ve Hêza Xwe Ispad Kir’
Daxiyaniyê da zanîn ku bi pêşengtiya Kongra Star ve jinan bi zanebûn û xwe rêxistinkirinê re hêza xwe ispat kir û wiha berdewam kir: “jinan bi israreke mezin li hember wan bi tecruba Rêveberiya xweser isbat kir ku dikarin di tevahî qadên jiyanê de ji perwerde heya ekonomî ji diplomasî heya siyasî ji komîn heya meclis bi sîstema hevserokatî û bi pîvanên temsîlyeta wekhev gavên bi kok di şoreşa jin de bavêjin.”
‘Em bi Hevre Destkeftiyên Şoreşa Jin Biparêzin’
Daxiyaniyê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jin ku bi berdelên giran hatiye bi dest xistin bang li tevahî Jinan kir û got: “Di van kêliyên dîrokî re ku em derbas dibine bangewaziya me ji bo tevahî jinan ewe ku em bi hevre destkeftiyên şoreşa jin biparêzin, bi hevgirtina jinan sûriyeke demokratîk, pir rengî, bi hebûn û îradeya jin di destûra Sûrî a nû de em avabikin.”
‘Plansaziyê me bi Yekîtî û Hevgirtina Jinan ve ji bo Avakirina Suriyeke nû, Berfirehin’
Ji bo vê yekê em dibêjin na ji dîktatoryeta Baas re, Na ji sîstema olperstî re, erê JIN JIYAN AZADÎ re. Avakirina sûriyeya Nenavendî, Azad, Wekhev û Demokratîk pîlanên me yên bîngehînin.”
‘Ji bo Siberojek Azad’
Daxiyaniyê ji bo siberojeke Azad bang li Jinên tevahî Suriyê kir û wiha bi dawî kir: “Em bang li xuşk û hevalên xwe yên Sûrî dikin ji bo em vê armancê bi dest bixin bibin yek û modelekê wisa pêşkêş bikin ku nifşên bê li ser sibe roja azad jiyan bikin.”



