
Îro 15ê Çileya 2025,20`emîn salvegera damezrandina Kongra Stare, jinên Kantona Firatê li qada jina Azad li hev Kom bûn û bi daxuyaniyekê soza bilind kirina asta têkoşînê diyar kirin
Daxuyanî ji aliya Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma firatê Macîde Hesûn ve hat xwendin û têde hat gotin ku 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star em li tevahî jinên şoreşger, jinên cîhanê di şexisê Leyla , Zehra, Hebûna,Arîn,Sozdaran û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîrtînin .
berferehiya daxuyaniyê wiha ye:
” Em 20`emîn slavegera Kongra Star li tevahî jinên şoreşger pîroz dikin. Damezrandina Kongra Star tê wateya damezrandina edalet û damezrandina civakeke exlqî û polîtîke. Jinê xwe bi rêxistin kir û li tevahî cîhanê deng veda û li Kobanê xwe îsbat kir. ji bo car din em berxwedaniya jin bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bi dengekî bilind bikin, divê zêdetir em têbikoşin.
daxuyaniy, wiha domand, Bi siyaset û polîtikayên pir qirêj rojane jin di bin komkujiyan re derbas dibine, lê dîsa jinê xwe di her warî de xwe bi rêxistin kiriye. Di şexsê jin de mirovahî tê hedefgirtin, lê wê careke din mohra jinê li tevahî cîhanê biteyise , dema em coş û morala jinên şoreşger mîna YJA Star ku her kêlî li ber xwe dide, îro jî helwesta jin bilinde û bi dengekî bilind li ber xwe didin. Jin tevahî di bin sîwana Kongra Star xwe bi rêxsitin dike, jinê tu carî di bin siyaseta mêr de xwe bêdeng nekirine, berovajî wê jinê xwe daye îsbatkirin û li hemberî her cûre tundî serî hildaye.
daxuyaniyê wiha bi dawî kir ,Îro di avakirina hikumeta nû a Sûriyeyê dixwazin jinê dîsa vegerînin wekî berê, lê divê xwe di bin sîwana Kongra Star de bibînin, divê jin di vir de ji her demê bêhtir li ber xwe bidin. Çawa niha Li bendava Tişrînê YPJ`ê li ber xwe didie, çawa li Kobanê DAÎŞ têk çû car din bi pêşengtiya jin ew têk diçin. Divê em li hemberî her tundiyê bi ser bikevin. Bi felsefeiya jin jiyan azadî ya ku ji Rojhilatê Kurdistanê deng da îro dîsa jî em ê bi wê hêzê di asta herî bilind bikevin tevgerê û di asta herî bilind de bi ser bikevin.”




