
Meclisa Kongra Star a Jinên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê têkoşîn û berxwedana wan ji bo vegera li Efrînê berdewam e. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan ji Efrîn û Şehbayê li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bajarê Hesekê da.
Daxuyanî ji hêla mamosteya zimanê kurdî Eliye Mihemed ve hate xwendin.
daxuyaniyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018′ an de êrişî Efrînê kir û piştî berxwedana 58 rojan gelê Efrînê neçar ma ku ji Efrînê koçber bibin.
daxuyaniyê destnîşan kir ku Piştî koçberiya ji Efrînê, 7 sal li herêma Şehba ruxmî hemû zorî û zehmetiyan ji bo careke din bi serfirazî û serbestî vegerin warên xwe, li ber xwe didan.
di dewama daxuyaniyê hat got: “ Bi êrîşa hovane ya çeteyên dewleta Tirk re, roja 2’yê Kanûnê 2024’ê a li ser Şehba û Til Rifetê koçberên Efrînê careke din koçber bûn. Di rê de jî gelek însanên me ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin, şelandin û revandin. Weke jin û giştî xelkê Efrîn û Şehbayê li wir jî em rastî zilmeke mezin hatin. Em niha dixwazin dengê xwe bigihînin tevahî hêzên cîhanê, ji bo di vegera Efrînê de piştgiriya me bikin.”
di daxuyaniyê de bang li Hêzên Koalîsyonê, tevahî hêzên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir da ku xelkên Efrîn-Şehbayê ji xeterî û metirsiyan dûr bixin. Bi ewle wan vegerînin ser warên wan û bi erka xwe rabin. Ji bo vegereke bi dilxwazî, bi ewle û domdar koçberên Efrînê amade ne di bin çavdêrî û garantiya Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor de vegerin ser mal û milkên xwe yên Efrînê.
di dawiya daxuyaniyê de hat got: “NY û Xaça Sor, ji bo xelkê Efrîn-Şehbayê bi şêwazekî ewle û birûmet vegerin malên xwe, divê tedbîrên ewlehiyê yên dikevin ser wan bigirin. Komîseriya Bilind a Koçberan a NY, ji bo her sê şertên esasî yên vegera koçberan a bi dilxwazî, bi ewle û domdarî pêk bên, divê bi erk û berpirsiyariya xwe rabe. Divê NY zextê li dewleta Tirk bike ku çeteyên Artêşa Watanî ya Sûriyeyê û hemû hêzên girêdayî dewleta Tirk, ji Efrîn û Şehbayê derxe. Malbatên ne efrînî yên di Efrînê de hatine bicihkirin, divê wan jî vegerînin bajarên wan. Divê hemû jin û gelê Efrîn û Şehbayê di vê pêvajoya girîng de ji bo vegereke birûmet, demokratîk û azad têkoşîna xwe xurt bikin. Heya vegera li Efrîn û Şehbayê pêk were, koçberên Efrînê çalakiyên xwe bênavber bidomînin. Ji bo vegera bi rûmet berxwedana me wê berdewam bike.”




