DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star a Til Temirê cezaya darvekirinê ya dijî Pexşan Ezîzî şermezar kir

Kongra Star a Til Temirê biryara rejîma Îranê ya darvekirina çalakvan Pexşan Ezîzî şermezar kir û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi lez tev bigerin û vê cezayê betal bikin.

Kongra Star a bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê der barê biryara rejîma Îranê ya darvekirina çalakgera Kurd Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek da.

Rêvebera Kongra Star Nûhat Şindî bi beşdariya endamên Kongra Star û Saziyên Civaka Sivîl li pêş navenda xwe daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de biryara ku bi dermirovî û nemirovî hatiye binavkirin hat şermezarkirin û hat gotin armanca ji biryarê bêdengîkirina dengê Pexşan Ezîzî û bidawîkirina çalakiya wê ya mirovî ye, bi taybet piştgirîdayîna penaberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema êrişên çeteyên DAIŞˋê de.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku bi lez tev bigerin, biryara bidarvekirinê bi dawî bikin û li ser parastina mafên jinan li beramber çewisandinê bixebitin.

Daxuyanî bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button