HevpeyvînNûçeSlide

Fatma Keleş; Rêbertiya Me Her Kêlî Di Dil ,Mejî û Ruhê Mede Jiyan Dike

Endama Rêveber a Kongra Star Fatma Keleş “Bê serok Jiyan Nabe,Serok Di Dil û Mejiyê Medeye,Her Kêlî Bi  Mere Jiyan Dike,Ew Ji Bo Me Stargeha Azaiyê Ye. ” 

Rêber Abdullah Ocalanji 15’ê Sibata 1999’an û heya niha ev 26 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi paradîgmaya jiyana azad,wekev û adilane ji bo hemû gelan bûye hêviya azadiyê.

Ev sal wê pir cudabe emê roja 15’ê bi hêvî û bendewariya ku Rêbertiya xwe di nav xwede bibînin û bi hesreta salan himêz bikin .

Endama Rêvebereiya Kongra Star a bajarê dirbêsiyê Fatma Keleş wiha vegotWek tê zanîn ev meh meha reşe em ber bi roja 15ê Sibatê ve diçin ,ev roj roja komploya ku li ser Rêber APO hat meşandin,û di şexsê Rêber APO de tevahiya mirovahiyê kir armac,û bi taybet ji bo me weke gel rojeke reşe,em dibêjin wê ev sal sala 2025 wê ji her salê cudatir be,wê ê ev roj ne roja reşbe wê veguhere roja azadiyê roja serkeftinê,ji ber ku di van demên dawiyêde hevdîtinên şandeya Imraliyê a ku bi Rêber APO re hat kirin ew ji bo me bû henase û mizgîniya azadiyê.

Fatma da diyar kir ku hest û ramanê xwe weke jin anîna zima tişteke ne ewqas hesane ji berku em her kêlî xwe hîs dikin ku em deyndarê serokê xwene,ji berku rêhevalê jinê ye û her ji bo ku ji bibe xwedî hebûn nasname û maf gelek ked raberkir,ew projeyên ji bo azadiya jinan danîbû di got di nêvîde ma lewma pêwîste jin vê berdewam bikin ,lewra em weke jin her çendî bûn xwedî têkoşîn û me gelek berdêlên giranbuha dan lê dîsajî em hînjî bi temamî nebûne bersiv ji ked û nirxdayîna ku Rêber APO ji jinan re dayî.

Fatama Keleş bal kişand li ser hêz û ramana ku îro gel û bi taybetîjî jin ji Rêber Ocalan digrin û wiha domkir her çend Rêber APO fîzîkî di girtîgehan debe lê dîsajî em her hêza xwe ji raman û felsefeya wî digrin, Lema ji heft salî heya bi heftê salî herkes bi diruşmeya Bê Serok Jiyan Nabe diqîrin û ramanên Rêber Ocalan li tevahiya cîhanê belav buye û tevahî kesên ku bi mirovahiyê edaletê wekhevî û aşîtiyê bang dikin bi vê fikrê bawerin û girêdayîne. Lê belê ev komploya ku li ser Rêbertiya me pêk hat ew ji destê hevaltiya kêm û dostên sexte pêkhat ,xwestin di kesayeta Rêber APO tevahiya gelan tine bikin,û bi hişmendiyeke qirker ku bi ser gelan û mirovahiyêde bînin,armanc ji van tevahiya ewbû ku tevgera azadiyê tesfiye -tine bikin.Lê nikarîbû vê bikin ji berku herkes li pey bîrdoziya Rêber APO meşiya û ji bo xwe kire ronahî, lewma herkes dilxwazê azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye ,û em bi wê hêviyêne ku di demek nêzîk wê azadiya Rêber Ocalan misoger bibe.

Êdî em dibêjin ji dost û dijminên xwere ku gelê kur ne kurdên berêne êdî tama azadiyê girtine û ji bo misogerkirina azadiyê her û her têdikoşin, Endama Rêvebwriya Kongra Star Fatma Keleş di berd3wamiya nirxandina xwede bal kişand li ser salën dirêj yên berxwedanî û têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Suriyê û wiha got,ev berxwedanîjî çavkaniya xwe ji kêliya ku Rêber Ocala xwe berda Rojavayê Kurdistanê û bîrdoziya tevgera azadiyê li tevahiya civakê belav kir û bû henaseya azadiyê ,rê li ber zanista azadî û serîhildana li dijî bê mafiyê û zordariyê da pejirandin û şerbeta azadiyê bi gel da vexwarin, ji ber ku Rêber APO ev bingeh li Rojavayê kurdistanê ava kir û civak û gel amade kiribû ji şoreşeke weke şoreşa 19ê Tîrmehê leoma di dema ku li herêmê BAkur û Rojhilatê Suriyê despêkir bi mal û canê xwe gel rabû ser piya û  her şêwazê êrîşan bersivand û heya vê kêliyê ev berxwedanî her diçe mezintir dibe  û wê heya azadiya Rêbertiyê bidome ,herwiha em dikarin bêjin ku ev berxwedanî û serî hildan li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê belav dibe û herkes êdî azadiya Rêber Ocalan dixwaze ji ber ku fikr û felsefeya Rêbertî hebûn û azadiya tevahiya netew û mirovahiyê bi taybetîjî azadiya jinan di xwede dihewand, ji berku bû pirek ji bo me em ji koletiyê derbasî azadiyê kirin ,ji tarîtiyê derbasî ronahiyê kirin lewma em dibêji em deyndarê serokatîne.

Fatma Keleş wiha dawî li nirxandina xwe anî û got ,em bi Rêbertiya xwe bawerin ji berku fikir û felsefeya Rêber APO  edalet ,wekhevî û demokratîkkirna civakê di hundir xwe de dihone, emjî weke jin bi eşq vê felesefê birdoziyêne himêz dikin,û em her bi hêvîne ku roja 15ê Sibatê ku 26 sal li pey xwe hişt wê êdî veguhere roja ronahî,azadî û sekeftinê,her çendî Rêbertiya me di ruh mejî û dilê mede dijî lê em bi hêvîne  Rêbertiya xwe êdî fîzîkî di navxwede bibînin,wek çawa ku gelekî tîî be û li benda vexwarina avêbe em jî ewqasî li benda dîtina Rêbertiya xwene .banga me li tevahiya dewletên ku destê wan di vê  komployê de heye dikin ku ewê ticaran nikaribin destê me û serokatiya me ji hev qut bikin û ewê ticara nikaribin ronahiya me tarî bikin, hun nikarin vîna gelan bişkînin wê rojên bên ne reşbin wê spîbin û bi serkeftinan re tijîbin.

 

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button