‘Bi Azadiya Fizikî a Rêber APO re Wê Hemû Tarîtî Veguherin Ronahî û Azadiyê’
Jinên di berxwedaniya bendava Tişrîn’ê de cihê xwe digrin têkildarî Komploya navneteweyî a 15’ê Sibata 1999’an de ji malpera me re axivîn her wiha Jinan Bendewariyên xwe anîn ziman û gotin “bi azadiya fîzîkî a Rêber Apo re wê hemû tarîtî veguherin Ronahî û Azadiyê”

Endama însîyatifa Suriyê a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Nuha Amar di despêka axaftina xwe de Berxwedaniya Rêber Apo û li Bendava Berxwedanê a Tişrînê silavkir û wiha got: “Em berxwedaniya 59 rojan li bendava Tişrîn’ê silav dikin di aliyeke din de jî berxwedaniya gel li keleka Şerwanan cihê serbilindiyê û rumetê ye. berxwedanîyeke dîrokî îro li bendava Tişrîn’ê tê meşandin.”

Em nezî 15’ê Sibatê komploya navneteweyî a li ser Rêber APO dibin. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de komployek navneteweyî li ser Rêber APO hat pêkanîn bi desteka welatên emperyalist di 15’ê Sibata 1999 Rêber APO hat revandin. Ev 26 sal derbasî 27 salan dibe li hemberî tecrîda giran berxwedanîyeke dîrokî di Îmraliyê de tê meşandin. weke Rêbertî jî gotiyi ev tecrit hîna jî berdewame
Ev 4 salin tu agahî ji Rêber APO ne hatibû girtin, di vê demê dawî de di aliyê malbat û şandeyeke DEM partiye re hevdîtîn pêk hat. Ev jî di encama berxwedaniya gel û kampanyaya cîhanî de ev hevdîtin hatin pêk anîn. Jixwe dewleta Tirk di lewaztiyeke pir mezin jîyan dike û neçar maye ji ber vê yeke hevdîtin bi Rêber APO re çekir
Nuha balkişande ser hevdîtinên bi Rêber Apo re hatini kirin û wiha pê de çû: “23 û 28’ê meha borî de ev hevdîtin bi Rêber APO re hat kirin Rêber APO hin peyam şandin peyama herî dawî jî ji 7 xalan pêk hat di peyamên xwe de Rêbertî ji bo çareseriya pirsgirîka Rojhilata Navîn û cîhanê xalên seeke anî ser ziman. Di nav de balkişande ser xurtkirina biratiya gelan. Her wiha Rêber APO da zanîn ku ger zemîn were ava kirin ew hêza wî a teori û pratîkî heye ku wê rewşa tundî bi guharîne rewşe ke aşitiyane, siyasî û qanunî. Lê em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker Êrîşê xwe berdewam dike.
Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirkîk çareser bibin wê demê pêwîste hin gavîn sereke bên avêtin û pêwîste Tecrîda li ser Rêber APO were şikandin û şert û mercê Rêbertî werin guhartin. Qunaxeke nû di rojhilata navîn de hatiye despê kirin. Rêber Apo tenê dikare bibe bersiv ji vê pêvajoyê re. Dewleta tirk a dagirker heya niha çi Gavên ku çareseriyê dixwaze û esas digre ne avêtiye.
Nuha bang hemû gelên azadîxwaz û rêxistinên siyasî kirin ku ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocalan bikevîn nava tevgerê û wiha bi dawî kir: “Em vê komploya navneteweyî bi tundî şermizar dikin û em bi hevî ne hemû gel, hêz, rêxistinên siyasî û rêxistinên mafê mirovan bikevîn tevgerê de û di vê pêvajoyê de rol bilîzin. Xeteriya li ser gelê Kurd li ser hemû gelanê ji bo vê yeke pêwîste Gavên pêwîst werin avêtin ku em bikarîbin rojhilata navîn bi rengeke Demokratîk nû ve ava bikin ku hemû kes bi çand, ziman, nasname û hebûna xwe jiyan bike.”

Endama Akademiya Civaka Demokratîk Selo ehmed jî wiha axivî: “Em nezî 15 Sibata komploya li ser Serokatî dibin. Meha sibatê di dîroka Kurdan de Meha komploya navneteweyî ye. ji bo şikandina wê Komplo û Tecrîda li ser Rêber APO em denge xwe bilind dikin ku em dibêjin heya xûna xwe a dawîyê emê ji bo Azadiya fîzîkî a Rêber Apo tekoşîna xwe bimeşînin.”
Em weke gelê Kurd îro li bendava Tişrînê dibêjin ne tenê tecrîd emê vê Komployê bişkînin û me şikand jî. Hevdîtinên bi Serokatî re hatini çekirin de, me ji aliyê tendurîstîya Rêberê xwe de agahî girtin û weke miletê Kurd em pir keyfxweş bûn. Lê em dibêjin heya azadiya Rêber Apo a di aliyê fîzîkî de azad nebe, gelê Kurd wê azad nabe.”
Selo da zanîn ku azadiya fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan azadiya tevahî cîhanê ye û wiha dom kir: “ji ber fikir û felsefeya Rêber APO li hemberî hişmendiya ku çeteyên DAIŞ niha dixwaze di cîhanê de serwer bike ye. Netewa Demokratîk azadiya hemû gelane ji ber vê em ji bo azadiya Serokatî bang dikin ji ber ku azadiya Serokatî azadiya Jinê ye Azadiya hemû civaka ne. Ji ber vê yekê Komploya 15 Sibatê komployeke li ser hemû civak û netewan e.
Di dîroka cîhanî de tu serok ji bo azadiya Jinan ji bo azadiya gelan ev qas tekoşîn ne daye meşandin ev qas berxwe nedaye diroka serokên hemû cîhanê ne weke dîroka Rêber Apo ye ku Rêber Apo avakerê jiyana azade. ji bo vê ev 26 salin bi Komployek navneteweyî re di warê fîzîkî de hatiye girtin û berxwe dide. îro em bingeha vê berxwedaniyê di Şoreşa Jinê a di Rojavayê Kurdistanê de jî dibînin.
Ne tenê di Kurdistanê de hemû cîhan ji bo azadiya Rêber APO bang dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li rojavayê Kurdistanê Şoreşa Jin pêk hat ku navka netewa demokratîke. Bi saya vê fikre ve em hemû pêkhate bi hevdû re jiyan dikin bi hevdure dikevin çeperên şer de.
Ji ber ku jinên Ereb, Çerkez, Suryan û Aşurî azadiya xwe di azadiya Rêber APO de dibînin bang dikin. Ji ber ku dizanin felsefeya serokatî Jin Jiyan Azadiye tenê em bi vê fikre ve dikarin azad bibin. Hêzên komploger çi bikin jî nikarin me bi felsefeya Rêber Apo dur bixin. Bi yêk şagirtî, yêk ruhî tenê jî bimîne ew ruh wê bi vê felsefeye re jîyan bike.
Selo balkişande ser gotinên Rêber APO û wiha pê de çû: “Ji Serokatî re dibêjin ev gule şîn nabe. Rêber APO bersiv dide dibêje ‘wê bi rojeke rojan ev gul jî şîn bibe’ me dît ew gul şîn bu. Ewê gulê fikra dewletên navneteweyî cemidandiye
Di netewa demokratîk de hemû gel xwedî fikir û mafê xwe ye lê dewletên navneteweyî vê fikre ji bo berjiwendiyên xwe weke xeteriye dibînin. ji bo vê em dibêjin ev ne xeteriye ev jiyane fikir û felsefeya Serokatî jiyana hemû kesane. ji zarokeke 7 salî bigrin heya 70’ê salî tiliyên serkeftinê ku bi durişmeya ‘Bijî Serok Apo’ bang dikin, ne ji tişteke rêzê ye di dirokek di hindirê xwe tijî berxwedan de tê, wê nevîyên me jî tiliyên azadiyê rakin. “
Selo wiha bi dawî kir: “bi vê berxwedaniyê ve 15 Sibatê de wê roja reş vegere ronahiyê û roja azadiya fîzîkî a Rêber Apo be. Rêber Apo zindana îmraliyê kiriye pirtukxane. Em dibînin hemû dewletên cîhanê tenê yêk peyva serokatî çawa nîqaş dikin û dixwazin tahlil bikin. Eger Serokatî azad bibe wê çareserî li hemû cîhanê pêk were em îro bi gotineke serokati ve dikarin pirsgirîkên herî mezin çareser bikin lê azadiya Serokatî wê ji hemû cîhanê re çareseriyê bîne. Mirovên ku fikir û felsefeya Rêber APO nas dikin dibin çiroska ronahiyê di nava hemû tarîtiyan de”



