‘Mifteya çareseriya kaosê di destê Rêber Apo de ye’
Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê Îlham Omer ku di berxwedaniya Bendava Tişrînê de Cihe xwe digre, derbarê Komploya navneteweyî a 15 Sibat’a 1999’an de li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan, ji malpera me re axivî û got ‘Mifteya çareseriya kaosê di destê Rêber Apo de ye’

Îlham Omer balkişande ser armanca komploya navneteweyî û wiha got: “Em dikevin meha Sibatê de meha komploya navneteweyî ku li ser Rêber APO hat despê kirin, heya roja me a îro jî berdewame ku armanc û hedefe vê komployê tune kirina tevgera şoreşgerî a Kurdistanê û serweriya rojhilata navîn bû. Ev komplo ne tenê ji aliyê dewleta Tirk hemû dewletên navneteweyî ku hinek niha hebûna wan jî li ser axa Suriyê hene hat pêk anîn. Komplo Di şexsê Serokatî de li ser hemû gelan hat pêk anîn. Di şoreşa şêx Seîd de gelê Kurd kirin bin axê de û gotin Kurd nema dewa mafê xwe dikin, dixwestin vê cerê jî bi rêya komployê gelê Kurd bitirsînin û bi tepisînin. Lê weke hesabê wan derneket.”
Îlham balkişande ser beriya komployê ku Rêber Abdullah Ocalan bi dehan caran bi daxwaza çareserkirina pirsgirika Kurd bang kir û wiha pêde çû: “Berîya Komploya navneteweyî jî Rêber Apo bi dehan caran ji bo aşitiyê bang kir û got ‘bi rengeke siyasî û demokratîk pirsgirîka Kurd çareser bikin, em parçe kirine naxwazin em xuşk û biratiyê dixwazin’ ku şehîdên despêkê ê tevgera azadiyê jî rêhevelek Tirk Haqî Karer bû.
Îlham paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan destnîşankir û diyarkir ku ji bo çareseriya aloziyan Rêber Abdullah Ocalan diyariyê tevahî cîhanê kir û wiha domand: “Hinek alî hene ku ji bo berjiwendiyên xwe û yên navneteweyî naxwazin pirsgirîka Kurd were çareser kirin, lê pirsgirîka Kurd were çareser kirin pirsgirîk hemû tên çareser kirin ji ber ku pirsgirîka kurdan pirsgirîka herî bingehîne. Rêber Apo ne şexsê tenê ye temsila Hemû gelên bindest dike ku paraznameyên ku di nava 4 diwaran da nivîsandiye jî ne tenê ji bo çareseriya Kurdistanê ji bo çareseriya tevahî cîhanê diyarî kir.”
Îlham Komploya navneteweyî şermizar kir û got: “Aloziya li rojhilata navîn de berdewamiya vê komployê ye. em weke jin û weke pêkhateyên di Bakur û Rojhilatê Surî de em vê komployê bi tundî şermizar dikin. Emê, Fikir û felsefeya Rêber Apo a netewa Demokratîk bidin ava kirin. Emê şopdarê felsefeya Rêber APO bin ku nimuneya wê jî di Bakur û Rojhilatê Surî de pergala rêveberiya xwesere ku îro li hemberî hemû êrîşên siyasî û leşkerî ku dixwazin pergala Rêveberiya Xweser tûne bikin, tekoşîneke bê navber dide meşandin. Weke Rêber Apo ji bo biratiya gelan û aşitiyê bang dikir ku aşitî ne zeîfatiyê tê ku tevgerekî bê hêz be nikare aşitiyê pêk bîne.”
Îlham got ku heya azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan neye bi dest xistin kes nikare behsa azadiyê û çareser kirina pirsgirîkan bike û wiha lê zêde kir: “Em weke rêxistina Jin a Bakûr û Rojhilatê Surî û Rojhilata navîn de, heta azadiya fîzîkî a Rêber APO neye bi dest xistin tu civak nikarin behsa azadiyê bikin, ji ber ku azadiya me azadiya Rêber APO ve girêdayiye. Rêber Apo bi hevdîtinên xwe ê dawî de jî diyarkir ku ger zemîn were ava kirin ew hêza wî a teori û pratîkî heye ku wê rewşa tundî bi guharîne rewşe ke aşitiyane, siyasî û qanunî.”
Îlham soza mezinkirin û xurtkirina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan da û wiha bi dawî kir: “Bi silavên Rêber APO re me hêz û moreleke mezin girt. Em soza xwe dubare dikin ku heya Rêber APO bi fîzîkî azad nebe wê her tekoşîna me berdewam bike. kes nikare Roja me tarî bike.”



