CivînNûçeSlide

Li bajarê Kobanê Civîna Şemizarkirina Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê

Kongra Star Li bajarê Kobanê bi boneya Nezîkbuna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibat’a 1999’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan Civînek li darxist. Di civînê de komploya navneteweyî hat şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî a Rêberê gelan Abdullah Ocalan hat kirin.

Civîn li qada Şehîd Eqîd a Saziya Silhê hat li darxistin. Di cîvînê de bi dehan Jin û Mêr, endam û Rêvebirên hemû sazî û rêxistinan amade bûn.

Civîn bi deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despê kir.

Piştre Endama Koordînasyona Jinê ya Kantona Firatê Şevîn Armanc axûvî û di despêka axaftina xwe de komploya navneteweyî a li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan şermizarkir.

Şevîn Armanc anî ziman ku armanc ji komployê qutkirina Rêber Apo ji gel bû û got, “armanca komployê qut kirina Rêbertî ji gel bû, Lê ti carî ev armanc pêk nehat. Ji ber ku Rêber Apo gel e, gel jî Rêber Apo ye. Azadiya Rêbertî azadiya gelan e.”

Şevîn Armanc diyar kir ku mifteya çareseriya pirsgirêkan li gel Rêber Apo ye û got, “Dema ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê wê azadî, aştî, wekhevî û demokrasî li cîhanê pêk were. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de Rêberê tevahiya mirovahiyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Şevîn Armanc got, “Sala 2025’an wê bibe sala serketinê û sala azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan.”

Civîn bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

 Navçeya Qinê 

 

Di Civîna navçeya Qinê a bajarê Kobanê de 250 Jin û Mêr amade bûn

Civîn bi deqeyekê rêz girtinê li ser cangoriyên azadiyê despê kir. Piştre Rêveberîya Kongra Star a Kantona Firatê Suad Şêx demir axivî

Suad balkişande ser  “Weke jinan di nav civakek ku hişmendiya mêr lê serwer e azadiya me ji me hatibû girtin. Bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan em ber bi azadiyê ve dimeşin. Bi şoreşê Jinê re me hebûna xwe nas kir. Mafên xwe bidest xist.”

Suad Şêx demir anî ziman ku ew Berxwedaniya ku li Bendava Tişrînê Tê meşandin Şerê Gelê Şoreşgeri ye. Heya em azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi dest nexin emê hîn xurtir tekoşîna xwe berdewam bikin.

Civîn bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok Jiyan nabe” , ‘ Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button