ÇalakîNûçeSlide

Şevbuhêrka çandî û hunerî bi boneya hatina 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Hesekê

Jinên li Hesekê bi şevbuhêrkeke hunerî ya helbest, stran û govendên folklorî 8'ê Adarê pîroz kir.

Di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) de yên bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya demokratîk ve”, Tevgera Hîlala Zêrîn û Kongra Star şevbuhêrkeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê li dar xist.

Di şevbuhêrkê de jinên ji hemû pêkhate û olan bi cil û bergên xwe yên resen û hunermend û helbestvan beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Nebîhe Mihemed li ser rola sereke ya jinan di Şoreşa Rojava ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, axivî.

Nebîhe Mihemed diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji jinan re bûn ronahî û wî di hemû aliyan de destek da şoreş û têkoşîna jinan.

Nebîhe Mihemed di dawiya axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên têkoşer pîroz kir.

Di şevbuhêrkê de helbestvan Fatme Elî ya ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî helbestên li ser koçberiyê xwendin.

Piştre stran û denbêjiyên bi zimanên Kurd û Erebî hatin gotin.

Şevbuhêrk bi gerandina govendên folklorî bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button