HevpeyvînNûçeSlide

Perwîn Yusif: Bi Fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve Me dît ku Şoreş a Jin Ne Xeyaleke

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Perwîn Yûsif derbarê Avakirina neteweya demokratîk û Konfederalîzma Jinê de malpera me re axivî û  got” bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve me dît Şoreşa Jin ne tenê xeyaleke."

Perwîn Yusif diyarkir ku Jin bi avakirina Konfederalizma Demokratîk a Jinan dikare civakek Azad ava bike û wiga got: “Pêşniyar û nêrînên Rêber tî ji bo gelê Kurd bi sedsalane di nav zilmeke mezin de ye ku bi deshilatdariya pergala netew êş û azarên giran kişandine. Ji bo vê jî dema Rêber Apo dibêje ku em pergala Konfederalîzma Jin ava bikin, ji wê baweriyê ve êş û zehmetiyên Jinan bê ku em netew cuda bikin Jinên Kurd, Suryan, Ereb, Çerkez, Turkmen bi hevre wek yêk netew yekîtî û hevgirtina xwe çêbike, saziye ava bikin û pergale ke hev girtî bidin ava kirin û li hemberî pergala mêrperest, olperest û netewperest ku bi sedsalane li ser civakê, bi taybet jinan dagirkerî meşandiye û qetilkiriye. Jin tenê bi avakirina pergala Konfederalîzma Demokratîk ve dikare li hemberî vê raweste.”

Netewa Demokratîk Çareseriya pirsgirîkên civakî û çareseriya aloziya siyasî ye. Konfederalizm eve ku em bi kîjan netew, ol, ziman û li ser kîjan erdnîgariyê jî bin em hevgirtin û yêkitiya xwe çêbikin. Ji ber ku tinê bi Konfederalîzma Jinan ve Jin dikare pêşengtiya civaka Azad bike.

Perwîn balkişande ser perspektife Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de û got: “Dema ku civakeke Azad be û xwe bi xwe bi rêve bibe û hêza xwe bike yek, ew civak wê xwe di bin desthilatdariyê de ku tunebûna civakê ferz dike û li ser ferd xwe dide jiyan kirin, xilas bike. Ji ber ku civak bi hevre azad dibe. Ji bo vê Rêber Apo teqez dike ku ji bo civaka azad Konfederalîzma Demokratîk a Jin esase. Dema tifaqa civakê bi hevdu re were çêkirin wê qirkirin û tunekirin jî çene be. Berovajî wê li hemberî dîroka ku bi demek bi hevre derbas bunê rêz bigrin ku ew dîroka bi aramî û bi demokratîk bi hev re jiyan kiriye dikare nûjen bike. Civak bi pêşengtiya Jina azad bikaribe jiyan bike.”

Em bi hevre bikarin pirsgirîk, bîryar, zehmetiyên jiyanê, hêza parastina xwe bikin yêk, Wê civakeke li ser kedê, bawerî û heskirinê were ava kirin. Ne civakê ke xwe li ser keda civakê din bide ava kirin ku ji bo berjiwendiyên xwe, berjiwendiyên civaka din tune bike. Civaka pergala Netewa Demokratîk yêke hevgirtiye û tu hukim nikare wan ji hev du qut bike. ji bo vê pêwîste Bi hev re fikirandin bi hevre parastin û pêşeroja xwe diyar kirin de civakek cihêreng û hevgirtî bin.

Perwîn wiha domkir: “Pergala Netewperestî li ser qetlîam û kuştinên gelê bindest xwe dide jiyan kirin. Minaka Turkiyê sedsale qetlîamên mezin li ser pêkhateya Ermen, Aşurî, Turkmen û Kurd’an dide meşandin. lê bi xwe re jî aramî neda çêkirin, pergala yêk reng yêk al û yêk netew hat ferz kirin. Ev jî bi xwe re şer pêvçûn da çêkirin. Lê çiqas xwest vê pergala yêk ziman, yêk al û yêk netew bide ava kirin ku ji bo vê qetlîamên mezin pêk anî, ew gel tune nebûn. Hişmendiya li ser înkar û îmha yê xwe daye ava kirin nekarî wan ji ziman, çand û baweriyan wan qut bike.

Gelê Kurd ne metirsiye ji bo gelê Tirk, ev mozaîka ku li ser erde Rojavayê Kurdistanê, bi pergale kî li hev hatî û hev girtî dide diyar kirin. Her netew, Çand, Ol û Ziman dewlemendiyeke ji bo Rojhilata navîn. Bi hişmendiya Netewperest û Mêrperest Pir qetlîam hatin jiyan kirin. Em bi vê tecrube û ezmûna ku bi sedsalanê bi xûne hatiye girtin rê li pêşiya pergala Netewperest û Mêrperest bigrin. Azadî û hebûna hemû pêkhateyan misoger bikin ku bikaribin bi hev du re bi Azad û Wekhev jiyan bikin. di dîroka mirovahiye de jî dide xuya kirin ku ev gel dikare yêkitiya xwe nûjen bike.

Perwîn balkişande ser Şoreşa Jin a Bakur û Rojhilatê Surî de avakere û wiha got: “numuneya wê jî di Bakûr û Rojhilatê Surî de avakere ku ev 13 sale di encama serhiladana gelê Kurd û bi pêşengtiya Jinan ve ji bo guhartina pergala baas ku li ser înkar û îmhayê hatibû ava kirin. Li Rojavayê Kurdistanê bi fikra Rêber Apo ev pergala nenavendî û Pirrengî ji bo tevahî Suriyê mînaka herî raste. Netewa Demokratîk pîvanên Azadiya Jin Civak û xwezayê bi hev re di nava şoreşekê de bi dehan şoreş avakir. Ev Şoreşa Gelê Kurd gelê Ereb, Suryan û hemû pêkhate di nava xwe de hewand ku pêkhateya ku ev pergal naskir pêra bû yêk û xwedî lê derket.

Di nava 13 salan de ji avakirina komîn, Meclîs û hemû sazî û rêxistinan de pergala hevserokatî hate runişkandin ku Jin’ên Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan hwd. rola pêşeng dilîze ku şoreşa Jin mezin dikin û belavî tevahî cîhanê dikin. Lê di suriyê de bê istikrariyeke mezin heye ku çareseriya aloziya Suriyê jî Bakur û Rojhilatê Surî ye. ji bo Suriye ke Demokratîk pêwîstî heye ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Surî. Ev destkeftiyê bi pêşengtiya Jinên Kurd, Ermen, Ereb û Suryan’an ve di Bakur û Rojhilatê Surî de hatini bi dest xistin dikare bibe malê tevahî Suriyê.

Perwîn destnîşankir ku tenê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve Rojhilata Navîn a azad gengaze û wiha pêde çû: “Em dikarin bi fikir û Felsefeya Rêber Apo de yekîtî û hevgirtina Jinan ve Rojhilata Navîn a azad ava bikin. ew ruhê ku niha di mevziyên Şer de li Bendava Berxwedanê a Tişrînê de berxwe dide ew rihê ku li hemderî hovitiya DAIŞ’ê berxwe dayî ye ku ew ruhê azad serkeftineke mezin bi dest xist û dest dixe. Ev jî baweriya felsefeya Rêber Apo re pêk hat. Di heman demî de di Suriyê de ew qetlîamên ku niha dixwazin li ser Elewî û Sunî yen pêk bînin ku li ser Durzî yan jî pêk anîn şerê desthilatdariyê bû. Bakur û Rojhilatê Surî de avakere de Xweseriya hemû pêkhateyan hatiye ava kirin ku bi hevre di nava tensîq û tifaqê de bi aramî jiyan dikin.”

Perwîn balkişande ser Berxwedaniya Gel û Şerwanên Bakur û Rojhilatê Surî wiha berdewam kir: “Gel û Şerwanên me li hemberî DAIŞ, sîstema baas û li hemberî çekdarên ku dewleta Tirk derbasî herêmê me dikir tekoşîn û berxwedanîyeke bê hampa raber kirin ku li kêleka wê jî sîstema Jin, sîstema Civakî û sîstema aborî di hat ava kirin ku bi hevre pirsgirîkê xwe ê Aborî û pêdiviyên xwe ê jiyanî çareser dikirin. Pergala Bakur û Rojhilatê Surî numuneya herî rast ji bo Rojhilata Navîn e.”

Perwîn 8’ Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê ji tevahî Jinan pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Em 8’ê Adarê ji hemû Jinan re pîroz dikin. 8’ê Adarê roja serhildan, hevgirtin û bi hevre dengvedana yêk dilî de. Di Suriyê de rejîma baas hate hilweşandin. Lê hîna jî pergala rêveberiya Suriyê hîna ne hatiye diyar kirin ji bo vê şerê ku niha di Suriyê de tê kirin şerê destkeftiyên Jine ne. Ji bo em wek jin xwedî destkeftiyên xwe derkevin, ne tenê Jinên Suriyê Jinên tevahî cîhanê pêwîste dakevin qadan û yêkgirtî bin. Ji ber ku êşa me yêke azadiya tevahî Jinan jî bi hevgirtinê û yêkgirtine ke xurt re gengaze. Jin di xeta Azadiyê de bi israre. Ji bo vê em dibêjin emê heta dilopa xwûna xwe têbikoşin. Tekoşîna me tekoşîneke pîroze ku wê serkeftin a Jina Azadîxwaz, Berxweder be.”

Related Articles

Back to top button