Kongra Star: Bi Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ve Emê di Nava Qonaxeke Dîrokî de 8’ê Adarê Pîroz Bikin
Kongra Star bi Boneya 8’ê Adarê daxiyaniyek da û bang li tevahiya jinan kir ku bi hemû Hêza xwe tevlî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan bibin. di daxiyaniyê de 10 xal ji bo azadiya jinan û siberoja Sûriyeyê ragihand.

Daxiyaniya Kongra Star Wiha ye:
Daxiyaniyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê di serî de Rêber Abdullah Ocalan û Tevahî Jinan pîroz kir û Wiha got: “Bi wesîleya salvegera roja Jinên kedkar ên cîhanê ya sala 2025 an em tevahî jinên kedkar, jinên berxwedêr ên di girtîgehan de û jinên tekoşer li çiyayên azad ku bê navber, di tevahî qadên jiyanê de tekoşîn dikin û xebatên zanistî û xweparastinê didin meşandin silav dikin û li teva pîroz dikin. Em berxwedana rûmetê ya bendava tişrîn ku ji nûve bendavê dîrok nivîsand bi coşa 8 adare silav dikin.
Tekoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji Clara Zetkîn, ROSA LUXSEMBURG, heya SAKÎNA CANSIZ, ji VIYAN SORAN heya ji JÎNA EMÎNÎ, ŞÊRÎN ELEMHÛRÎ heya HÊVA EREBO tekoşin berdewam dike.
Li Rojava Bakûr û Rojhilatê sûrî dema ku em pêşengiya şoreşa jinan û xweparastina şoreşa xwe dikin hevalên pêşengtiya şoreşa azadî û wekheviyê dikin mîna Kerem Şihab, Menîce Heyder Cîhan Bîlgîn, Zozan Hemo, Hezna Ebdî, Mizgîn Qamşilo, Qemer, Hêza Kobanê, Ronahî Yekta, Jînda Kobanê, Dîlan Şoreş û fermandar Arjîn Kobanê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wan de hatin hedefgirtin. di şexsê rêhevalên me yen dozê em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye bi cîh bînin.
Sedsala 21 an bi Rêber APO RE
Daxiyaniyê Rêber Abdullah Ocalan Silavkir û wiha domkir: “Em bi hezkirin û hesret Rêber APO silav dikin, bi coş û kelecan 8 Aderê careke din ji qadên şoreşa jin li Rêber APO pîroz dikin. Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevlî banga dîrokî ya Rêber APO ya Aşitî û Civaka Demokratîk dibin.
em weke rêxstina Kongra Star tekez dikin ji bo çareseriyê divê Rêber APO di aliyê fîzîkî de azad bibe, her wiha peyama ku Rêber APO di 27 Şibatê de banga dîrokî a Aştî û Civaka Demokratîk kir ji bo me esase, her kes şahidiya vê kêliya dîrokî kir. Rêber APO bi banga xwe ya aştî û demokrasiya li kurdistanê û Rojhilata navîn heta dawî derî vekir, deriyê li hemberî şerê cîhanê yê 3 mîn, li hember qetilkirina jinan ev banga dîrokî bû zemîna herî xurt a çareseriya sedsalê her wiha pirsgirîka azadiya jinan misoger dike, xwedî derketina jinan a li pêvajoyê mijara hebûnê ye.
Ev meşa dirêj ya tekoşînê îro şax berdaya her aliye cihanê Rêber APO bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li cîhaneke ji dervî cîhan û hişmendiya olperst, netewperest, cinsiyetperest ji bo jinan û gelan her wiha ji bo mirovahiyê afirandiye. Di bin şert û mercên giran Rêber APO li girtîgeha îmraliyê de paradîgmaya demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê pêş xist, ev paradîgma êdî ne teorî ne jî tenê gotin, bi jiyanî ,civakî, siyasî, bi modêla îradeya azad hemû rengên civakê xwe bi xwe rêxistin dike, jiyana azad û wekhev di nava jinan û gelan de bi alternatîf pêk hat.
DIXWAZIN HEBÛNA JINAN TUNE BIKIN
Daxiyaniyê balkişande êrîşên li ser jinan û wiha lê zêde kir: “Di vê pêvajoyê de ku em têde derbas dibin li seranserî qadên tekoşîna jina azad em dibînin ku şer, dagirkerî, koçberî, şîddet, hejarî, qirkirina xwezayê li her derê derdikeve pêşberî me. Li kurdistanê ev rastî bi sûîkastî, polîtîkayên qirkirina siyasî, qirkirina jinan, tacîz û tecawizan her wiha darvekirina jinan û zewaca temen biçûk li ser jinan xwe dide der. Ev pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, bi hişmendiya pîlanên dewleta tirk ya dagirker tê kirin. li her derê cîhanê Jin li hemberî neheqiyê, li hember serdestiya mêr û pergala desthilatdar serî radikin û tekoşîn dikin.
Her ku asta tekoşîna jinan bilind dibe, asta zanebûna bi zanista jin xort dibe, çanda felsefeya JIN JIYAN AZADÎ li her derê tê runiştandin, şiyarbûn û zanebûna jinan her ku pêşdikeve civak jî pêre şiyar û zane dibe ev bi pêşengitiya şoreşa jin bandora xwe li tevahî civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku bandora tekoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî JIN JIYAN AZADÎ bi serdikeve.
Her wiha Daxiyaniyê diyarkir ku Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi tekoşîneke zanistî û parastina jinan û mirovahiyê heye û got: “ji nû ve avakirina sûriyeyê di rojevê deye, nexşeya Rojhilata navîn ji nû ve tên xêzkirin, di vê pêvajoyê de komara sûrî bi rengekî îradeya Jinê nebîne hate avakirin, niha jî bi HTŞ ê re tabloyek hîn xetertir derdikeve holê. Em dibînin ji aliyekî sûcên giran weke girtin lêdan kuştin, bi paçê reş li jinan ferzkirin rêbazên ku nefesê li jinan teng dikin didin meşandin, her wiha li aliyê din li ser jinan û malbaten di heremên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ye mîna Serê Kaniyê, Efrîn û Girê Sipî, Bab û Cereblûs kiryarên şer pêk tînin.”
JI BO ŞOREŞÊ Û BIHARA AZADIYÊ
Daxiyaniyê Bang li hamû Jinan kir ku ji bo avakirina Suriyeke Nenavendî hevgirtîbin û wiha lê zêde kir: “Jin bi vîna xwe , bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanebûna jiyana azad û bi konfedralîzma demokratîk ya jin modêla çareseriyê ji bo jinan û gelan avakirina wê re jiyanê mîna biharê zindî û rûnî dike. Bi wesîleya 8 ê Adarê em bang li hemû jinên bi cesaret dengên xwe ji qadên azadiyê bilind dikin her wiha bang li jinên dildarên azadiyê li tevahî bajarê Sûrî dikin ku ji bo pêkhatina sûriyeke demokratîk, nenavendî ku tê de Jin di avakirina paşerojê û bîryar girtinê de hevkarên bingehîn bin, bi hev re rêz û têkoşîna hevpar pêk bînin.
Em bang li hemû jinan dikin ku bi coşa 8 Adarê bi hemû hêza xwe ve em tevlî banga Rêber APO ya Aştî û Civaka Demokratîk ya xwe dispêre azadiya jinan bibin, werin em bi yekîtî û hevgirtina xwe 8 Adarê li qadên jina azad pîroz bikin.”
Em weke kongra star û li ser bingeha baweriya me bi mafên jinan û pêwîstiya beşdarbûna wê di avakirina pêşeroja sûriyê de, bi boneya 8 ADARÊ em tekezî li ser van xalan dikin.
- Li ser banga dîrokî a Rêber APO ya Aştî û civaka demokratîk em ê di Rojava û Sûrî de tekoşîna xwe xort bikin û ji bo banga dîrokî pêşengtî bikin.
- Bilindkirina tekoşînê ji bo azadiya hemû jinên sûriyê.
- Di nûde avakirina sûrî de, sûriyek demokratîk pir rengî ne navendî û cihêrengiya çandî, zimanî û olî berz bike, bi awayekî ku hevsengiyê di navbera herêmên cuda û civakên xwecihî de pêk bîne, bi destên jinan bê avakirin.
- Di destûrê de garantîkirina mafê jinan em daxwaza nivîsandina destûreke nû ji bo sûriyê dikin ku mafên jinan bi awayekî zelal û eşkere garantî bike û wekheviya maf û erkên wan bê cudahî misoger bike.
- Ji bo avakirina civakek demokratîk wekhev li ser esasê pergala konfederal a jinan xwe birêxstin bikin.
- Em bang dikin ku sîstemeke ku di hemû saziyên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî de ji sedî 50 beşdarbûna jinan misoger bike bê qebûlkirin.
- Tevlîbûna jinan di pêvajoya siyasî de, pêvajoyên siyasî yên ku tevlîbûna jin ya aktîf di nava xwe de nehewîne bi rengekî bandor wê pêvajoyek iflaskirî be beriya ku destpê bike, lewma em tekez dikin ku li ser giringiya temsîl kirina Jin di tevahî qonaxên siyasî de, ji danûstandin heta pêkanînê û misogerkirina hebûna deng daxwazên Jinan beşeke bingehîn a çareseriya siyasî bin
- Di parastina destkeftiyan de xurtkirina rola Jinan, mafê wan e ku destkeftiyên bi dest ketine biparêzin em banga piştgiriyê ji bo Yekîneyên Parastina Jin/YPJ / ên parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin.
- Divê gelên sûrî biryara pêşeroja Sûriyê bidin, îradeya ku Jin çawa dixwazin jiyan bikin girêdayî jinan be.
- Pergala xweseriya demokratîk a di çarçoveya Konfedralîzma Demokratîk de sîstema Hevserokatî yek ji mekanîzma esasî ya avakirina wekhevî û çareseriyê, lewma ji bo sîstemeke demokratîk modêla herî guncave ji bo jin û civak bibin xwedî vîn û biryar di tevahî Sûriye de sîstema Hevserokatiye.



