Rêveberiya Ciwan û Werzîşê çalakiyên werzîşê ji bo jinan li Kobanê li dar dixe
Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Kobanê bi hevkariya Buroya Jinê ya bajarê Kobanê, di çarçoveya çalakiyên pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, çalakiyên werzîşê ji bo jinan li Kobanê li dar dixe.

Pêşbirka Bezê
Pêşbirka Bezê di saet 10.00’an de bi amadebûna rêveberên Herêma Firatê dest pê kir û tevlîbûneke berfireh a jinan ku bi coşeke mezin beşdarî pêşbirkê bûn
Di encama pêşbirkê de lîstikvana “Nermîn Elî” pileya yekem bi dest xist û lîstikvan “Xenef Xelîl” pileya duyem û lîstikvana “Bîna Berkal” pileya sêyem bi dest xist.
Kesayetên îdarî di dawiya maçê de lîstikvan rêz kirin, da ku wan teşwîq bikin ku werzîşa xwe bilind bikin.
Pêşbirka Basketbolê
Desteya Ciwan û Werzîşê bi hevkariya Ofîsa xwe ya Jinan, li hola Şehîd Mesûd pêşbirka basketbolê ya jinan li dar xist.
Çalakî di saet 10:30’an de bi amadebûna kesayetiyên îdarî yên Herêma Firatê dest pê kir û maç bi dawî bû ku tîma “Ronahî” bi ferqa 24 puanan pileya yekem ji tîma “Pêşnîk” a ku 10 pûan bi dest xist.
piştî Pêşbirkan Bi Durişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ Gul ji lîstikvan û temaşevanan hatin bilav kirin.




